• Diyarbakır3 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin2 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-3 °C
  • Elazığ1 °C
  • Erzincan1 °C
  • Şanlıurfa6 °C
  • Erzurum4 °C
  • Ağrı-2 °C
  • Gaziantep8 °C
  • Hakkari-3 °C
  • Muş0 °C
  • Siirt3 °C
  • Van-1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Başûrê Kurdistan jiyan qerisiye
27 Aralık 2013 Cuma 15:17

Li Başûrê Kurdistan jiyan qerisiye

Li Herêma Başûrê Kurdistan hewaya herî sar di bin sifirê de 24 pîleyî ve li Agiriyê hat pîvan.

ERZIROM - Li Herêma Başûrê Kurdistan, hewaya herî sar di bin sifirê de 24 pîleyî ve li Agiriyê hat pîvandin. Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê, herêm dê di bin tesîra hilmegûra nizm a ji aliyê Sibîryayê tê û hewaya sar bandora xwe didomîne.

Şev li hemû herêmê germahiya hewayê di bin sifirê de hat pîvandin û li Agiriyê 24, li Qersê 22, li Erdehanê 19, li Erziromê 12, li Ezircanê 9 û li Îdirê 18 pîle bû.

Dibe ku bi rojê germahiya hewayê di bin sifirê de li Îdirê 11, li Agiriyê 9, li Erdehanê 6, li Erzirom û Qersê 3, li Ezircanê 2 pîle be.

Li herêmê tesîra sermahiyê didome û ji ber vê jî camên mal, dikan û erebeyan qerisîn. Ji banên avahiyan cembelîskên dirêjahiya wan bi qasî metroyekê ne çêbûn.

Xebatên ji bo berf û cemedê yên ekîbên şaredarî û rêbejan berdewam dikin.

Li navendên bajaran bilindiya berfê li Agiriyê 18, li Erziromê 10, li Îdirê 8, li Erdehanê 6, li Qersê 2, li Palandokenê 65, li Qonaxliyê 65 û li Cibiltepeyê 26 santêm hat pîvandin.

Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku li herêmê şeveqê û êvarê cemed û mij dê hebe û welatî bila li hemberî cemedê baldar bin û bê tedbîr dernekevin rê.

Rayedaran ji xêncî van bal kişandin ku dibe ku li cihê berpal aşît çêbe û ji ber vê divê welatî baldar bin.

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim