Li Bidlîsê operasyonên qaçaxçîtiyê

Li Bidlîsê operasyonên qaçaxçîtiyê
Li Bidlîsê ji 12 kesên ku di operasyonên qaçaxçîtiyê de hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.

Li Bidlîsê ji 12 kesên ku di operasyonên qaçaxçîtiyê de hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê de hat diyarkirin ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bidlîsê li navenda bajêr li dijî kesên ku madeya hişbirê bi kar tînin an jî difroşin 10 operasyon kirin.

Hat ragihandin ku di operasyonan de 12 kes hatin binçavkirin, 2 kîlo û 621 qiram esrar, 266 qiram benîştê afyonê, 11 qiram eroîn, 9 hezar û 744 pakêt cigare hat gorton. Li Ewlekariyê îfadeya kesên şikbar hat hildan pişt re sewqî dadgehê kirin. Dadgehê der heqê 3 kesan de biryara girtinê da û 9 kes jî dê serbest bên darizandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li navçeya Tetwana jî di lêgerînê de 600 têlefonên qaçax û 599 pîlên têlefonan, 498 berguhk, 287 cîhazên şarjê hat girtin, der heqê ajokarê wesayîtê û 2 kesên pê re karên edlî hatin kirin.(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.