• Diyarbakır25 °C
  • Batman25 °C
  • Mardin21 °C
  • Bingöl19 °C
  • Bitlis16 °C
  • Elazığ23 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa25 °C
  • Erzurum15 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari15 °C
  • Muş16 °C
  • Siirt23 °C
  • Van19 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Colemergê 3 şivan û 600 sewal asê man
14 Aralık 2013 Cumartesi 10:55

Li Colemergê 3 şivan û 600 sewal asê man

NAVENDA NÛÇEYAN - Barîna berfê ya di demên dawî de li Colemêg, Sêrt, Mûş, Erzirom û navçeyên Wanê bandorek mezin li ser jiyana welatiyan dike. Li çoltara Colemêrgê 600 sewal di nava berfê de asê man.

Li herêmê 3 rojin berf bê navber dibare û bandorek mezin li ser jiyanê dike. Li Gundê Dizê yê Colemêrgê 3 şivan û 600 pezên wan di nava berfê de asê man. Li nezî Şikefta Gozanya welatiyan rayedar agahdar kirin û yekîneyên Îdareya Taybet a Bajar u AFAD'ê cûn cihê bûyerê. Yekîneyên alîkariyê û welatiyên gund bi hevre çûn cihê bûyerê û piştî rêwîtîya 4 saetan xwe gîhandin 3 şivan 600 pezî. Yekîneyên rizgariyê şivanê bi navê Reşît Guldal, Saît Denîz û Arîf Karadenîz û sewalên wan anîn gundê Dizê. 

ELBAK 

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî 2 rojin bê navber berf dibare. Li navenda navçeyê heta niha 50 cm berf bariya ye. Yekîneyen şaredariyê heta saet 03.00'an paqijî kirin. Hat zanîn ku li navçeyê rêyên 120 gundan hatin girtin. 

ERZIROM 

Li Erziromê jî serma hewayê 20 derece daket bin sifirê. Ji ber ku maşineyên paqijiyê têr nakin bandorek neyîn^Fi li ser welatiyan dike. Xwendekara Zanîngeha Ataturkê Mujdat Can, diyar kir ku rayedra pir sersar nêzîk dibin û xizmeta bajar nakin û rê tev hatine girtin. 

MÛŞ 

Li wanê jî ji ber berfa zêde bilindaniya berfê gihşit 40 santîman. heta niha rêyên 243 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtni. 

SÊRT 

Li Sêrtê jî 2 rojin ji ber barina berfê rêyên gelek gundan hatin girtin. Rêyên 253 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Li gundê Îfaça konê ji bo pez hatîbû vedan hilweşiya û 180 pezê Şahin Ete mirar bûn. Dîsa li gundê Yazcila yê Kozlukê jî 80 mih ji aliyê guran ve hatin mirarkirin. 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim