• Diyarbakır8 °C
  • Batman6 °C
  • Mardin8 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis0 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan-2 °C
  • Şanlıurfa10 °C
  • Erzurum-6 °C
  • Ağrı-2 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari1 °C
  • Muş2 °C
  • Siirt6 °C
  • Van3 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
LI DIJÎ BIŞAFTINÊ PERWERDEHÎ
06 Kasım 2013 Çarşamba 17:33

LI DIJÎ BIŞAFTINÊ PERWERDEHÎ

Mamoste Bahoz Baran yê ku temenê wî hê 30’ye, li dijî bişaftina li ser Zimanê Kurdî gelek xebatên pîroz kiriye û dike. Mamostê ciwan ku heta îro du jê pirtûkên rêziman, yek jê jî pirtûka çîrokan 3 pirtûkên wî hatine çapkirin.

Hevpeyvîn: HACİ GÜNEŞ

Asîmîlasyona li ser Zimanê Kurdî, sed sal in didome û hê jî berdewam dike. Dewleta Tirk, ji bo bişaftina li ser Kurdan, tu rê û rêbaz nema ku pêkanî. Digel van zext û zoriya jî, Kurdan tu car serî dananî û bi fedekariyên mezin li zimanên xwe xwedî derketin. Yê ku ji zarokatiya xwe heta îro fedakariyên mezin kirî û ji bo Zimanê Kurdî xebatên pîroz kirine Mamoste Bahoz Baran e. Mamostê ciwan ku temenê wî hê 30’ye, ji bo Zimanê Kurdî gelek karên pîroz kirine. Bahoz Baran di sala 1982’yan de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Licê xwendiye. Li zanîngeha Dîjleyê ya Amedê beşa perwerdehiyê xelas kiriye. Di salên zanîngehê de xwedîtiya Kovara “Tîgrîs”ê kiriye û di sala 2003’yan de li “Tîgrîs”ê dest bi xebatên Kurdî kiriye. Ji 2006’an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî digire. Heta niha sê pirtûkên wî hatine çapkirin. Du jê pirtûkên rêzimanê ne yek jê jî pirtûka çîrokan e. Bahoz Baran niha li Amedê dijî. Me jî berê xwe da pola ku Mamoste Bahoz lê perwerdehiya Kurdî dide û li ser kar û xebatên wî ji bo Rojnameya Tîgrîsê hevpeyvîn çêkir.

Te kengî û çawa dest bi xebatên Kurdî kir, tu niha li ser çi dixebitî?

Min dema ku dest bi dibistana Tirkan kir, bi zimanê wan nedizanî. Bi salan ez tengijîm, min ji wan fam nedikir. Hemû danûstendinên min ên jiyanî bi zimanê min bûn. Lê xwendin û nivîs tune bû. Dema ku hatim zanîngehê, hinek derfet çêbûn, min li kovara Tîgrîsê di sala 2003’an de dest bi xebatên Kurdî kir. Bala min ket ser rêzimanê. Ji wê rojê heta niha bê navber li ser rêzimanê dixebitim. Qadeke din ya ku bala min dikşîne û li ser wê dixebitim qada çîrokêye. Pirtûka min a duyem a çîrokan çend meh bi şûn de dê bê çapkirin. Di van salên dawî de bala min bêtir li ser zargotinê ye. Pirtûkên ku di vî warî de derketine dixwînim û berhevkariyê dikim.

Çend salin tu li Kurdî-Der’ê dixebitî?  Xebatên ku tu li Kurdî-Der’ê dimeşînî di çi astê de ne? Çi astengî li pêşiya we hene?

Ji 2007’an û vir ve li Kurdî-Der’ê dixebitim. Min mamostetiya gellek astan kir, sê sal in ku polên mamostetiyê bi rê ve dibim û ji bo têgihîştina mamosteyan dixebitim. Li saziyê di lijneya mamosteyan de cî digirim û kar û barên mamosteyan bi rê ve dibim. Di warê zimên de herçiqas li gorî berê hin pêşketin hebin jî di warê hişmendiyê de pêşketineke berbiçav tune ye. Sazî û dezgehên me yên ku hînî zimanê serdestan bûne ji ya xwe danakevin. Jiyana navenda Amedê bi Tirkî ye. Ev astengiyên berbiçav in li pêşiya me. Ji bo perwerdekirina mamosteyan derfetên me tune ne. Li ciyekî wek Amedê, a rast ciyê me tune ye. Wek ku hemû berpirsiyariya zimên li ser milên me be. Saziyên din xwe zêde nadin ber xebatên zimên.

Rayedarên dewleta Tirk dibêjin “Tu astengî li pêşiya Zimanê Kurdî nemaye.” Gelo bi kursan yan jî di zanîngehan de bi beşên Kurdolojiyê ev gel dikare zimanê xwe biparêze?

Astengiya herî mezin a li pêşiya Kurdî rayedarên bi vî awayî ne. Dema ku dibêjin li pêşiya Kurdî tu astengî tune ye, mirov ji wê gotina wan fam dike ku astengî hene û didomin. Tecrubeya me ya kursan heye, ew wê çaxê destpêkek bû, lê îro em êdî em qala vê mijarê nakin. Li ser rûyê vê dinyayê tu însan zimanê xwe yê dayikê ji kursan hîn nabe. Beşên wek Kurdolojiyê dikarin ji bo perwerdehiya mamosteyan bibin pêngavek, lê divê berî her tiştî dewlet mafê perwerdehiyê qebûl bike. Vêya di zagonan de bi cî bike. Kedkarên Kurd, saziyên Kurdan muhatab bigire bi wan re têkiliyê deyîne. Di vî warî de ku dewlet rabe her tiştî bike wek TRT 6’ê ev yek nayê qebûlkirin. Kurd destûr nadin vê yekê. Divê Kurd, zarokên Kurdan ji destpêkê heta zanîngehê bi zimanê xwe bixwînin. A rast û heq ev e, a ku divê em tucarî jê gavekê jî bi paşde neavêjin ev e, a ku dê azadiyê ji me re bîne û şoreşa zimên bide destpêkirin jî ev e.

Tu dikarî hinekî behsa bişaftin û xwe-bişaftina (otoasîmîlasyon) li ser zimanê Kurdî bikî, bi taybetî ya li bakurê Kurdistanê?

Divê em destnîşan bikin ku bişaftin di heman demê de qirrkirin e, gellek diranên wê çerxê hene. Ji hêza xwe neketiye bişaftin, bi rêya perwerdehiyê, bi rêya bazirganiyê, bi rêya teknîkê, bi rêya koçberkirinê, bi rêya çapemaniyê bê navber dizivire ew çerx. Ziman û pê re jî çand û kelepor, hiş, ruh, kesayet, hebûn di nava wê çerxê de tên hêrandin. Bêtir li bajaran hukmê xwe li dar dixe bişaftin. Piştî demekê bişaftin xwe-bişaftinê jî bi xwe re tîne û Kurd dibin dijminê qewmê xwe, kujerên zimanê xwe. Hişmendiyeke xurt a kurdewar nîn be mirov wek şexs nikare li ber wê rabe. Dewlet pêşî bi vîrusa xwe ruhê bindestan ditevizîne û paşê jî li ser laş, hiş û dilê wan dest bi operasyonan dike. Piştî wan operasyonan êdî ew kes jî dibin şîşikên wê çerxê û dest bi talana xwe û neteweya xwe dikin. Li bakur niha ev çerx kartêker e. Ez dikarim bibêjim ku li bakur gellek kes hay jê nîn in ku çi bi serê wan de hatiye. Rewşa heyî malxerabî ye û ne tiştekî din e. Sazî û dezgehên me bi pirranî bi zimanê serdestan xebatên xwe dikin, ruhê Kurdayetiyê baş hîs nakin. Gellek kes û sazî ji ber vê rewşa sosret naêşin, xeman naxwin.

Kurdên Kurdistana Bakur di têkoşîna 30 salên dawî de, her çiqas ji aliyê hişmendiyê ve bi pêş ketibin jî, ji aliyê zimên de rewş gellekî xerab e û hê jî gellek bi Tirkî diaxivin, sedemên vêya çi ne?

Bindestî û bêhişî tê têgehên girêdayî hev in, dewlet ji bo ku mirovan bêhiş bike pêşî zimanê wan ji wan distîne ku ew însan nefikirin an jî baş nefikirin û ruhê wan bitevize. Wek marekî pêşî jehra xwe berdide laşê wan. Îro Kurdî hatiye tecrîtkirin, dewlemendî, tiştên xweş û baş bi zimanê serdestan ve têkildar in, dema ku berê we bikeve Kurdî dibe ku hûn ji van tiştan bê par bimînin. Bala xwe bidinê, Kurdek dema ku xwe nêzî ziman û bazara serdestan dike deriyên nû lê vedibin, dikare zûtir dewlemend bibe. Di gellek mirovan de berjewendî li pêşiya Kurdî ye. Kurdî ji bo wan pere nake. Ruhê wan ê tevizandî hestiyariya wan qetil dike. Hînî rehetiyê bûne gellek kes. Tirkî pere dike û paşeroja wê heye. Kurdî di rewşa parsekan de ye. Du rewşên diyar: sextekariya dewlemend, dildariya feqîr.

Di nava çar parçeyên Kurdistanê de lihevkirineke li ser zimên tune ye û ev jî nakokiyeke, li gorî we divê Kurd li ser perwerdehiyeke çawa li hev bikin? Gelo xebatên we li ser vê yekê hene?

Ji ber rewşa Kurdan a parçekirî, her alî bi awayekî tev geriyaye. Ji ber ku li gellek parçeyan perwerdehî tune ye, qonaxa raman û fikirînê pirr bi pêş de neçûye, têkiliyên zaravayan di asteke baş de nîn e. Ev mesele hemû dê bi perwerdehiyê çareser bibin. Kurd dema ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, zaravayên xwe hîn bibin dê gellek tişt jixweber çareser bibin. Bi rakirina sînoran û bi têkiliyên xurt ev pirsgirêk dê jixweber çareser bibin. Lê ji niha de mirov dikare amadekariya vê yekê bike, têkiliyan xurt bike. Ji bo van xebatan divê saziyên ziman û perwerdehiyê bên vekirin û Kurdên her çar parçeyan di wan saziyan de cî bigirin û polîtikayên zimên bi hev re diyar bikin. Bi zorê mirov nikare zaravayekê, ferasetekê li ser ên din ferz bike.

Li ser rêzimana Kurmancî, piştî nemir Celalet Alî Bedirxan, yên ku xebatên xurt kirine yek jê jî tu yî. Û pirtûka te ya Rêzimana Kurmancî derket. Gellek kes bi vê pirtûka te perwedehiyê dibînin. Xebata te ya li ser rêzimanê û vê pirtûkê çawa dest pê kir?

Min li zanîngehê dest bi xebata rêzimanê kir, min li zanîngehê beşê rêzimana Tirkan xwend. Wê çaxê min ji xwe pirsî û got, ji bo çi ez ê li ser rêzimana zimanê xwe nexebitim. Di destpêkê de zehmetî pirr bûn lê her ku çû ez bêtir daqûlî rêzimanê bûm û xebata min berfirehtir bû. Di sala 2006’an de min cara yekemîn dest bi xebateke rêzimanê kir, min gellek rêzimanên heyî bi kitekit xwendin. Celadetê nemir rê li ber me vekiribû, li gorî dema xwe xebateke baş bû xebata Celadet Alî Bedir-Xan. Lê Celadet qala hinek mijarên rêzimanê nekiribû û pirtûka wî bêtir bi awayê lêkolînê bû. Lazim bû ku rêzimaneke berfireh û hêsan bihata nivîsîn. Di pirtûkên heyî de gellek kêmasî û şaşî hebûn. Hinek pirtûkên rêzimanê wek romanan bûn û tevlihev bûn. Min û Mikaîl Bilbil’î me di sala 2007’an de ji bo xebateke saziyê dest bi amadekirina pirtûka rêzimanê kir. Di sala 2008’an ew xebat wek pirtûk hat çapkirin. Lê xebatên min bê navber didomiyan. Paşê min berê xwe da xebateke berfireh a rêzimanê. Sê sal û nîv bê navber xebitîm, min ew xebat bi hinek kesên pispor da xwendin. Min hemû mijar bi awayekî berfireh û hêsan vegotin. Bi gellek mijarên bi alozî daketim û min li ser wan gotarin nivîsîn. Di warê rêzimanê de mixabin feraseteke pirr teng heye, ew feraset ziman û rêzimanê wek tiştekî dogmatîk dibîne û ji guhertin û veguhertinan re vekirî nîn e. Lê ziman û rêziman jî wek me zindî ne û divê mirov wan tim bi pêş ve bibe, bi zanînê av bide.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim