1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. ”Li dijî DAEŞ ê bombeyên xwirê”
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

”Li dijî DAEŞ ê bombeyên xwirê”

A+A-

 

Çand roj in di media Swêdê de nameya lawikê 10 salî Hampus, ji bajarê Uddevallayê, dibe cihê niqaşê. Hampus, name, ji serokwezîr Stefan Löfven re şandiye. Tirs û xema xwe derbarê nebaşiyên DAEŞ ê dihêne zimên. Lawik her çiqasî bi xemgîn û tirs be jî, ne bê helwêst e. Pêşniyazên demî bêhtir, ên ku dawî li pirsgirêkê bihêne, kur dibe. Lewra dîtinên wî têra xwe balkêş e û mirovan dide hizirkirin.

Wiha nivîsî ye:

”Merhaba Stefan,
Navê min Hampus e û temenê min 10 sal û nîv e. Derbarê DAEŞ ê pir difikirim û ji wan ditirsim. Lê pêşniyazek (dîtin/ fikir) min heye. Dema mirov hêza DAEŞ ê bi dermanê (toz/ dermanê germ/ bombe) xwirandinê bomberan bike, ew dê li xwirandina laşê xwe sor bibin û nikarîbin çekên di dest xwe de bikar bihênin. Wê demê dorpêçkirina hêza wan dê hêsantir bibe û mirov dikare wan hêsîr bike, bigre.

Ez gelekî li ser vê mijarê difikirim û wiha dixuyê ku, xetera wan rojbiroj nêzî Swêdê jî dibe. Ez hêvîdar im ku tu bi pêşniyaza min kêfxweş bûye û pêşniyaz bikêr were.

Bi silavên dostanî”

Salên dawiyê, hejmarek mezin ji penaberan hatin Swêdê. Swêd, li gorî hejmara hemwelatiyan, ji gelek welatên ewropî bêhtir penaber pejirand. Wan pêşî di kampan de bi cîh kir. Piştî mafê rûniştin û kar, xanî dane wan û riya perwerdeya meslekî ji wan re vekir. Tê wê wateyê ku, Swêdî ji hêla însanî ve têra xwe bi wijdan in û wezîfeyên xwe ên însanî, di çarçoveya ”hiqûqa navnetewî” de bi cîh dihênin.

Penaber, bêhtir ji Suriyê ne. Lê di nav wan de, afganî, somalî, etopî û erîtrî jî pir in. Penaber, bi Îslamê bawer in. Li Swêdê, azadiya baweriyê heye. Şaredarî û saziyên cewaz, ji bo ziman, çand û baweriyê alîkariyê dikin. Sazî, projeyên xwe amade dikin û alîkariya aborî distînin.

Du salên dawiyê, bi taybetî jî mehek e, derket holê ku, şexis û saziyên îslamî, bi niyetên neyênî tevdigerin. Li derveyî hiqûqê kar û xebatê dikin. Alîkariya aborî ku tê girtin, ji bo armancên ne demokratî bikar tînin. Rêvebirên wan, di partiyên siyasî ên Swêdê de karîyerê çêdikin. Kirin, helwest û axaftinên wan de, şop û delîlên neteweperestî, olperestî, belavkirina kîn û nefretê, dijberiya ol û netewên din û piştgiriya rêxistinên radîkal û bi xeter, eşkere ye.

Skandalên wan yek bi yek eşkere dibin. Pêşî qala kesên di nav Sosyal Demokratan (S) de hat kirin. Niha jî di Partiya Xwezayê (MP) lîstikên wan dertê hole. Beyanên wan ên qirêj, têkiliyên çavbizdandî bi hêzên radîkal û ne însanî re, pereyên girtine û projeyên bê bingeh eşkere dibin. Navê gelek sazî û şexsan tevlî vê qirêjiyê bûye.

Skandal, xisarek mezin dide partiyên siyasî. Baweriya bi wan kêm dike. Hêza partiyên neteweperest û dijberên biyaniyan, xurtir dike. Hikumetê mecburê girtina tedbîrên nû dike. Biryarên nû, rê li ber çûn û hatin, pejirandina penaberan digre. Raçavkirina sazî û kesên biyanî tê rojevê. Alîkariya saziyan bi sînor dikin. Mijûliya siyasî di nav partiyên Swêdê de ji bo biyaniyan dijwartir dibe. Tedbîrên ewlekarî û polîsî zêdetir xuyanî dike.

Bajarê Hampus, Uddevalla bi xwe jî yek ji wan bajaran e ku, qala hebûna saziyên radîkal li wir tê kirin. Bê guman, zêdebûna çûn û hatina wan û pêşkêşkirina projeyan, tirsê dixe dilê xelkê.

Weke tê zanîn, hejmarek mezin endamên DAEŞ ê ji Europayê, bi taybetî jî ji Swêdê diçin Rojhilata navîn û beşdarî şer dibin. Hemwelatî bi vê rastiyê zanin û nerazîbûna xwe dihênin zimên. Lewra, radîkalîzma olî, bûyerên terorî û tevgera kes û saziyên radîkal, ne tenê dibe cihê tirs û xemgîniyê. Wiha jî zextê datîne ser hikumetê ku, tedbîrên cidî li dijî wan bên pê. Li Europayê û Swêdê hevkariya li dijî wan zêdetir bibe…

Wiha jî, Hampus, bi helwêsta xwe, peyamek giring dide civatê:

Tirsa nava mirov, pirsgirêkan çaraser nake. Ji probleman re çaraseriyên hemdemî û emirdirêj, pêwîst in. Dive mirov pirsan niqaş bike û çareyan peyde bike. Hemwelatî jî be, li hemberî kes, an saziyên xirap bê helwêst nemîne.

Bu yazı toplam 658 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.