1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Êlihê sersala Romî hat pîrozkirin
Li Êlihê sersala Romî hat pîrozkirin

Li Êlihê sersala Romî hat pîrozkirin

Li Êlihê (Batmanê) sersala Romî hat pîrozkirin û di kuçe û kolanên bajêr de dîmanên rengîn derketin holê.

A+A-

 ÊLIH -Li Batmanê sersala Romî hat pîrozkirin û di kuçe û kolanên bajêr de dîmanên rengîn derketin holê. Ciwanên herêmê, xwe bi cil û bergên cur bi cur û rengîn xemiland. Hin ciwanan rî, simbêl, por çêkir, şal û şepik li xwe kir û derî bi derî geriyan, ji maliyan diyarî xwestin. Sersala Rûmî, li Batmanê cihê ku milet lê kêf dike jî hat pîrozkirin. Lîstikvanên Tîma Şanoyê ya Navenda Çandê ya Biharê bi skeçên kurt, xwendina helbest, stran, şano û muzîkê dilê mêvanan xweş kir.

Kesên ku beşdarî pîrozbahiyên sersala Rûmî bûn, gotin ku înşaellah sedsala nû sedsala aştî, biratî û azadiyê be. Alîkara Serokê Şaredariya Batmanê Gulîstan Akelê, got ku salnameya Romî 13ê kanûna paşîn wek sersalê tê pîrozkirin û wiha dewam kir: "Bi taybetî ji bo gelê kurd û gelê mezopotamyayê sala nû bibe sala azadî û aştiyê û sersala gel pîroz dikim." Berpirsyarê komê yê tîma şanoyê ya Navenda Çandê ya Biharê Ebdûllah Tehranî jî got ku ev çanda wan e û ji bo ku çand û edetên wan yên gelêrî winda nebin, hewl didin. 

Ciwan di sersalê de derketin kuçe û kolanên bajêr, bi cil û bergên cur bi cur sersal pîroz kirin û mal bi mal geriyan, ji malan diyarî xwestin, stran gotin û dawet girtin. Li gor edetan ciwanên ku diçin mal bi mal digerin ji bo maliyan yên ku keçên wan hebin zavayekî baş, yên ku lawê wan hebin jî bûkekê baş dixwazin. Herwiha ji bo kesên ku zarokên wan yên keç tunebin keç, yên ku lawê wan tunebin jî law dixwazin.

Bu haber toplam 700 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.