1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Êlihê xweseriya Rojava hat pîroz kirin
Li Êlihê xweseriya Rojava hat pîroz kirin

Li Êlihê xweseriya Rojava hat pîroz kirin

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê bi minasebeta xweseriya Rojava silav bikin çend rojin rêzbernameyeke şahiyan berdewam dike. Şevê din jî li parka Mala Evdîlayê Timok şahiye berdewam kir.

A+A-

ÊLIH - Bi rojane ku rêxistina BDP'ê ya Êlihê biminasebeta xwesediya Rojava silav bikin bi rêzbernameyeke şahiyê li taxên Êlihê şahiyên cur bi cur li darxist doh êvarê jî li parka Mala Evdîlayê Timok berdewam kir. Cihê ku şahîlê hat lidarxistin posterê Rêvebera PKK'ê Abdullah Ocalan, alê PKK û KCK'ê flamaên bi rengê kesk, sor, zer û Pankarta "Em bi ruhê berxwedana YPG'ê şoreşa Rojava silav dikin"hatî bû dalikandin. Di şahiyê de bê navber diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe","PKK gel e gel li vir e", "Silav silav ji Îmraliyê re hazar silav", "Bijî xweseriya Rojava" gotin. Di şahiyê de Parlemendera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Aka, Hevşaredarên BDP'ê ya Êlihê Gulistan Akel, Sabrî Ozdemîr û gelek kes tevlî bûn. Bername ji bo kesên ku jiyana xwe di şer de ji destdabûn bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Di serî de Hevşaredarên BDP'ê ya Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemir derketin ser dikê û gel silav kirin. 

Hevşaredara BDP'ê ya Êlihê Gulistan Akel, li ser giringiya şahiyê axavtinek kir û Akel diyar kir ku bi salane ku gelê kurd ji hela devletên desthilatdaran ve tên înkar kirin û bi metingeriyê ve rû bi rû diminin. Gelê kurd îro li ser axa ku ev sed sale ku tê de tune tên ditin xweseriya xwe avakirine ve jî tê vê wateyî ku xweseriya Rojava mîzginiyê azadiya gelê kurd e.

li-elih-2.jpg

Bu haber toplam 731 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.