1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Emerîkayê şeva Kurdistanê
Li Emerîkayê şeva Kurdistanê

Li Emerîkayê şeva Kurdistanê

Bi mebesta ku zêdetir netewe nêzîkî hev bibin, li bajarê Los Angeles ê ser bi wilayeta Kaliforniya Amerîkayê, şeva Kurdistanê birêve çû.

A+A-

WASHİNGTON  -Ew merasîm ku roja 28’ê meha borî li Navenda Pêragehiştina Salane ya Neteweyî li bajarê Los Angeles birêve çû. Armanc ew bû ku keş û hewayeke maqûl bê afirandin bo rêzgirtina li neteweyên cuda yên beşdar. Yekemîn bernameyê navendê jî bo Kurdan hatibû veqetandin û bi vêna jî şeva Kurdistanê hat sazkirin.

Çalakvana Mafê Mirov Sureya Felah, derbarê cografya, dîrok, kultur û şaristaniyeta Kurdistanê de axaftinek kir û piştre derheqa ziman, ol û dab û nerîtên Kurdî de li navçeyên cuda yên Kurdistanê de agahî dan beşdarvanan.

Cihê birêveçûna merasîmê, bi tablo û alavên kulturî û kelepurî yên Kurdewarî hatibû xemilandin, herwiha stran û reşbeleka Kurdî jî coşeke din da Şeva Kurdistanê di nav biyaniyan de.

 

Bu haber toplam 565 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.