1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Enbar 35 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li Enbar 35 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Enbar 35 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hat ragehandin ku di encama operasyoneke berfireh a hêzên Iraqê de li navçeya Enbar 35 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û 4 doçkayên çeteyan jî hatîne desteser kirin.

A+A-

ENBAR - Li gor daxwiyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Iraqê duh ji aliyê hêzên wan ve bi hevkariya eşîrên herêmê li navçeya Enbar Bo Cabirê operasyoneke berfireh hatiye destpê kirin. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama şer û pevçûnan de 35 çekdarên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) hatine kuştin û 4 doçkayên wan jî hatine  desteserkirin.

Qeymeqamê Duzxurmatû Şelal Ebdûl duh ragehand ku komên çekdar ên DAIŞ’ê bi çekên giran dest danîne ser 4 gundên navçeya Duzxûrmatû û hêzên Iraqê jî ji ber parastina gundiyan nikarin êrîşî wan çekdaran bikin.

Li gor îstatîskên hevbeş ên Wezaretên Parastin û Tendirustiyê, di meha Çileya sala 2014’an de li cihên cuda yên Iraqê 795 jê sivîl bi giştî 1013 kes hatine kuştin. Ji meha Kanûnê ve li navçeya Enbarê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Iraq û DAIŞ’ê de çêdibin û heta niha ji ber wan şeran nêzîka 140 hezar kes ji herêmê koçber bûne.

Li gor bîlançoya ku ji aliyê Nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê ve hat eşkerekirin, di sala 2013’an de 7 hezar û 818 jê sivîl herî kêm 8 hezar û 800 kes di bûyerên şîdetê de canê xwe ji dest dane. Di êrîşên bombeyî yên meha Kanûnê de jî 759 kesan canê xwe ji dest daye.

Bu haber toplam 548 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.