1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Hekariyê 4 kes di bin şepeyê de man
Li Hekariyê 4 kes di bin şepeyê de man

Li Hekariyê 4 kes di bin şepeyê de man

Li navçeya Şemdînliyê 4 kes di bin şepeyê de man. Ji bo kesên ku di bin şepeyê de man dest bi xebatan kirin, lê ji ber ku bahoz çêbû navber dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê.

A+A-

HAKKARΠ- Li navçeya Şemdînliyê 4 kes di bin şepeyê de man. Ji bo kesên ku di bin şepeyê de man dest bi xebatan kirin lê ji ber ku bahoz çêbû navber dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê. Hat ragihandin ku 4 kesên ji Îranê xwestin ku bi rêyên nefermî bikevin welêt, lê ev kes li navçeya Şemdînliyê di bin şepeyê de man.  Li ser bûyerê, Qeymeqamtiya Şemdînliyê dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kir. Nasnava kesên ku di bin şepeyê de man wiha ye: Faxir Ahmet, Xebat Îsmaîl, Şakîr Salih û Adem Mustafa.

Ji bo lêgerîn û xilaskirinê 6 tîmên lêgerîn û xilaskirinê, ji 6 gundan welatî û ji Îranê nêzikî 200 kesî ji bo alîkariyê hatin cihê bûyerê. Lê mixabin t encamek nehat bi destxistin.

Li herêmê ji ber ku bahoz çêbû û tarî kete erdê, navber dan xebatên lêgerînê. Hat diyarkirin ku xebatên lêgerînê didomin.

asît-1.jpg

Bu haber toplam 609 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.