• Diyarbakır32 °C
  • Batman34 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl30 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ30 °C
  • Erzincan30 °C
  • Şanlıurfa33 °C
  • Erzurum26 °C
  • Ağrı26 °C
  • Gaziantep31 °C
  • Hakkari22 °C
  • Muş28 °C
  • Siirt32 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li hember xwendekarên Kurd:'Koalîsyona çarmend'
04 Ocak 2014 Cumartesi 11:48

Li hember xwendekarên Kurd:'Koalîsyona çarmend'

Xwendekarên Kurd ên li Afyonê der barê êrîşên nîjadperestî de dan xuyakirin ku êdî ewlehiya canê wan nemaye û ji aliyê polîs, rektor, ulkucî û medyaya herêmî mîna bi hev re peyman çêkirine li hember wan êrîşên bi pergal pêk tên.

AFYON - Li hember xwendekarên li Zanîngeha Kocatepe ya Afyon dixwînin di van rojên dawî de her diçe êrîşên nîjadperestî zêde dibin. Piştî êrîşa komeke ulkucî bi satoreyan a di 26'ê Kanûnê de di 2'ê Çile de jî ciwanên Kurd ên bi navê Halîn Çeçen, Mehmet Yilmaz, Emrah Çelîk, Ahmet Esat û Ferhat Kesercî rastî êrîşa nêzî 40-50 ulkuciyan a bi kêr û daran hat. Halîl Çeçen ê ji ber derbeyên kêran bi giranî birîndar bû, hîn jî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê tedawiyê dibîne. Xwendekarên kurd bûyerên rû didin ji DÎHA re vegotin. 
'Bi çekan tên dibistanê'
Xwendekarê îktîsatê pola 2'yan R.M., diyar kir, ev 2 sal in rastî êrîşên ulkuciyan tên û sedema wan êrîşan ev e ku wan bitirsînin û ji dibistanê sar bikin. R.M. di dewama axaftina axaftina xwe de got ku di pêvajoya ezmûnan de êrîş zêde bûne; rektor, polîs û ewlekariya taybet ji bo astengkirina wan êrîşan tiştekî nakin û wiha axivî, "Ulkucî bi çek, kêr û satoreyan tên dibistanê û êrîşî me dikin. Ev êrîş li ber çavên polîs û wezîfedarên ewlekariyê pêk tên." 
'Hûn jî ne rehet bin'

Xwendekarê bi navê Ronî Kayahan ê di beşa Cografya pola 4'emîn de dixwîne jî diyar kir ku gelek caran rastî êrîşa nîjadperestan hatine û ev êrîş her roj zêdetir dibin. Kayahan got, "Rektor ji me re dibêje, 'Çawa ulkucî li Amedê ne rehet in hûn jî li vir ne rehet bin.'" 
Êrîş li hember nasnameyê ye!
Xwendekarê beşa Sînema û Televîzyonê pola dawî M.A. jî da xuyakirin ku ji ber êrîşan dibistana 4 salan ev 7 sal in neqedandiye û destnîşan kir ku êrîş ne li hember şexsan li hember nasnameyê ye. M.A. di dewama axaftina xwe de anî ziman ku tê xwestin dest ji dibistanê berdin û wiha got, "Em ê tu carî dest ji nasname û rûmeta xwe bernedin." 
Di televîzyonê wek hedef hatin nîşandan
Canli da xuyakirin ku di kanaleke televîzyonê ya herêmî ya Afyonê de li ser nûçeyeke "Li Atakoyê alîgirên terorê dimînin" komeke ji 400-500 kesan saet 1.30'ê şev bi dirûşmayan ber bi Atakoyê ve meşiyane û polîsan mudaxele nekirine. Dîsa têkildarî bûyera herî dawî jî wiha got, "2'yê Çile roja Pêncşemê 4 xwendekarên li kafeyekê rûniştî derdikevin derve. Komek li derdora wan kom dibe û ji wan re dibêjin, 'Hûn ji ku derê ne? Xwendekarek dibêje, ez ji Amedê me û yek jî dibêje, ez ji Mêrdînê me. Ji wan re dibêjin, hûn ê vegerin bajarên xwe û êrîşî wan dikin." Canli herî dawî jî diyar kir ku wê lêkolînên xwe dewam bikin û rapora ku amade bikin jî wê bi raya giştî re parve bikin

xwendekar-2.jpg

xwendekar.jpg

 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim