1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li hemberê HES'an enerjiya tavê alternatîf e
Li hemberê HES'an enerjiya tavê alternatîf e

Li hemberê HES'an enerjiya tavê alternatîf e

"Amed di salê de 320 roj tav dibîne. Bi vê awayê çavkaniyên enerjiyê yên ku xwe nû dike biryara avakirina wî li Amedê hate girtin."

A+A-

Berpirsiyarê Mala Rojê Mehmet Emîn Vûral diyar kir ku Peşketina teknolojiyê her roj pêwistiyek nû derdixe pêşiya wan û wiha got: "Amed di salê de 320 roj tav dibîne. Bi vê awayê çavkaniyên enerjiyê yên ku xwe nû dike biryara avakirina wî li Amedê hate girtin."

AMED (DÎHA)- Bi hilberîna enerjiyê tengbûna qadan û bi awayekî bikaranina enerji hovane bi xwe re felakat û qirêjiya derdorê derdixe hole. Niha qadên hilberîna enerjiyan HES'in. Li gorî hêreman hêjmaran wan digûherin. Li herêma Mezopotamyayê HES, li Anatoliya Navîn û Ege, Marmarayê santralên termîk, di nêzîkê behran de jî santralên nûkleerê tê avakirin. Ev hê jî didome Berpirsiyarê Mala Rojê Mehmet Emîn Vûral anî ziman ku Heta 2023'an 6500 projeyê Tirkiyeyê hene. Ji van projeyan 3500 jê HES, 3000 termîk santral û nêzîkê 20 projê jî nûkleer santral in û wiha axivî: "Her çiqas enerjî pewistiya me be jî heke Tirkiye bi vê polîtîqayan tev bigere dê Tirkiye bibe çol û em ê bi felaketekî hawîrdor re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê li Amedê mala rojê mînakek girîng e û malekî ekolojîk e. Projeyên wisa divê dewlet piştgirî bidê. Hem ji enerjiya tavê hem ji enerjiya bayê hem jî, ji enerjiya jeotermalê divê mirov bikarbîne û jê sûd bigre. Pêwistê di pêşerojê de bikaribin ji nifşên xwe re behs bikin."
'Divê em bi perspektîfa ekolojiyê nêzîkî xwezayê bibin'

 

Mehmet Emîn Vûral, da zanîn ku qadên santralên hîdroelektrîkê ku li ser enerjî tê bikaranîn gelek cîh di bin avê de dihêle û xwezayê bi felakêta derdor re rû bi rû dihêle û got: "Ev santralên hîdroelektrîk tiştên zindî tev winda dike. Di santralên termîk de jî bi sotemeniyên fosîl elektrîk tê bikaranîn. Fosîl jî ji ber hewayê gelek qirêj dike, dibe sedemê baranên asît û gaza serayê di atmosferê de belav dibe. Bi vê awayî ev jî dibe sedema felaketa xwezayê. Santralên nûkleerê jî bi piranî li cem behran ava dikin. Ji ber vê yekê ev enerjîyên nûkleer gelek zindiyên behrê winda dike. Gava ku em her sê qadan jî mêzedikin divê van cûreyên enerjiyan neyê bikaranîn. Divê em bi perspektîfa ekolojiyê nêze xwezayê bibin."

Vûral, herî dawî da zanîn ku ji bo pêkanîna enerjiya alternatîf pêşkeve ew wek yekîtiyên şaredariyên herêmê xebatan dikin û got: "Di şaredariyên me de ji bo ku enerjiya tavê pêşkeve û bê bikaranîn xebat tê çêkirin." 

hes-1-001.jpg

Bu haber toplam 622 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.