Li hemberî Girê Spî êrîşa hewanan

Li hemberî Girê Spî êrîşa hewanan
GİRÊ SPÎ - Di navbera çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi dizikî ketin gundê Tilebyada Şerqî ya rojhilatê Girê Spî û şervanên YGP û YPJ'ê de pevçûn derketin.

Li hemberî Girê Spî êrîşa hewanan

GİRÊ SPÎ - Di navbera çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi dizikî ketin gundê Tilebyada Şerqî ya rojhilatê Girê Spî û şervanên YGP û YPJ'ê de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan kesên birîndar bûn li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê hatin sekinandin û ji ber vê yêkê Şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da. 

Komekî çeteyên DAIŞ'ê yên tê fikirin di dema azadkirina Girê Spî de rûyên xwe jê kirin û li bajar xwe veşartin ketin gundê Tilebyada Şerqî ya rojhilatê bajar. Di navbera çeteyên di dibistana gund de hatin dorpêçkirin û şervanên YPG û YPJ'ê de pevçûn derket. Rêveberê Mala Gel Şiyar Hesen ê ku em bi riya telefonê gihiştinê got çeteyan ewil gund da ber hewanan êrîş pêk anîn. Hesen anî ziman ku di pevçûnan de 4 şervanên YPG û YPJ'ê birîndar bûn û du şervanên birîndar şandin Akçakaleyê. Hesen da zanîn ku ji birîndaran yêk derbasî Akçekaleyê bû lê yêk ji ber ku leşkeran seatekê li deriyê sînor da sekinandin jiyana xwe ji dest da. Hesen da zanîn ku her du birîndarên din jî şandin Kobanê.

Hate hînbûn ku koma çeteyan ji 10-15 kesan pêk dihat û piştî pevçûna seat û nivan bêdengî li bajar hakîm e û hat hînbûn ku dê encama pevçûnan pişt re bê aşkerakirin.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.