1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Hemrîn 5 kesên girêdayî DAÎŞ’ê hatin girtin
Li Hemrîn 5 kesên girêdayî DAÎŞ’ê hatin girtin

Li Hemrîn 5 kesên girêdayî DAÎŞ’ê hatin girtin

Roja şemiyê (18.01.2014) li gundekî ser bi nehya Hemrîn ya parêzgeha Selahedîn, pênc kesên girêdayî rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAÎŞ) hatin girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan 

KERKÛK -  Ji Binkeya Polîs a nehya Hemrînê Komîser Cîhad Ebdulemîr ji BasNewsê re eşkere kir ku piştî wergirtina agahiyên cihê baweriyê doh hêzên ewlekariyê karîne li gundekî nehya Hemrîn pênc kesên ser bi rêxistina DAÎŞ’ê binçav bikin.  

Cîhad Ebdulemîr wiha axifî: ‘‘Kesên ku hatine girtin lêpirsîna wan berdewam dike û di lêkolînên destpêkê de li xwe mikur hatine ku ser bi DAÎŞ’ê ne. Herwiha îtîraf kirine ku dixwestin di nav nehya Hemrîn de çalakiyên terorîstî pêk bînin. Temenê yên hatine girtin jî di navbera 19-25 salî de ye.’‘

 

Bu haber toplam 738 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.