1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li herêmê hewaya sar
Li herêmê hewaya sar

Li herêmê hewaya sar

Li Herêmê hewaya herî sar di bin sifirê de 22 pîleyî ve li Qersê hat pîvandin.

A+A-

ERZIROM  - Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de 22 pîleyî ve li Qersê hat pîvandin. Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê ji ser Sibiryayê re hewaya sar tê û ji ber vê jî li herêmê dê berf bibare û hewa jî dê sar bibe. Bi şev germahiya hewayê di bin sifirê de li Qersê 22, Agiriyê 19, Îdirê 16, Erdehanê 14, Erziromê 12 û li Ezircanê jî 10 pîle hat pîvandin.

Dibe ku bi roj germahiya hewayê herî zêde li Erdehanê di bin sifirê de 6, Qers û Agiriyê di bin sifirê de 5, Îdirê di bin sifirê de 2, Erziromê 1 û li Ezircanê jî 8 pîle be.

Ji ber hewaya sar camên mal, erebe û kargehan cemed girtin û peyarê jî qerisîn. Ekîbên şaredariyan li rê û dirban berf û cemedê paqiş dikin.

 

Li navendên bajaran qalindahiya berfê li Erdehanê 13, Agiriyê 12, Erziromê 8, Qersê 5, Îdirê 4, Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 30, li Palandokena navenda xweşiqitandinê jî 25 santêm hat pîvandin.

Bu haber toplam 594 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.