1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li HKIyê mîhrîcana kaşokê
Li HKIyê mîhrîcana kaşokê

Li HKIyê mîhrîcana kaşokê

Bajarê Erbîlê wek "Paytexta Çandê ya Welatên Ereban a 2014an" hat îlankirin. Bi vê minasebetê çalakiyên ku dê di nav salê de bên kirin li Çiyayê Korekê dest pê kir.

A+A-

ERBÎL -Bajarê Erbîlê wek "Paytexta Çandê ya Welatên Ereban a 2014an" hat îlankirin. Bi vê minasebetê çalakiyên ku dê di nav salê de bên kirin li Çiyayê Korekê dest pê kir. Çiyayê Korekê yek ji cihê turîzmê yê herêmê ye. Ji bo mîhrîcana kaşokê ya li Çiyayê Korekê bi wesaîtan berfê kişandin û Çiyayê Korekê ji bo kaşokê amade kirin û mîhrîcan li vir hat kirin. 

Çiyayê Korekê 90 kîlomêtro dûrî Erbîlê ye. Bilindiya çiyayê ku di nav sînorê navçeya Soranê de cih digire zêdetirî 2 hezar mêtroyî ye. Rêvebiriya Kurdan li herêmê otêl, restaurant û hin tesîsên din ava kir û herêmê wek herêma turîzmê îlan kir. Ji bo ku herêm havînê honik û zivistanê jî lê berf heye ji aliyê gelek kesan ve tê tercîhkirin.

Walîtiya Erbîlê ji bo danasîna herêmê li Çiyayê Korekê çalakî kir. Bi minasebeta mîhrîcanê gelekî kaşokvan ji welatên cuda cuda hatin û li ser pîsta kaşokê bi welatiyan re kêf kirin. Ji bilî kaşokvanan hin koman jî li ser pîsta kaşokê bi wesaîtên ATVyê hereketên akrobatîk kirin û bi gel re kêf kirin. Piştre kesên ku beşdarî mîhrîcanê bûn li herêmê agirek vêxistin, li dora agir çûn û hatin, sitran gotin û govend girtin.

Bu haber toplam 729 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.