• Diyarbakır1 °C
  • Batman3 °C
  • Mardin7 °C
  • Bingöl-4 °C
  • Bitlis-5 °C
  • Elazığ0 °C
  • Erzincan-5 °C
  • Şanlıurfa4 °C
  • Erzurum-10 °C
  • Ağrı-11 °C
  • Gaziantep3 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş-6 °C
  • Siirt1 °C
  • Van-4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Iraqê herî zêde kurd koçber dibin!
06 Şubat 2016 Cumartesi 14:52

Li Iraqê herî zêde kurd koçber dibin!

Wezîr Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed eşkere kir, %75ê wan kesên li Iraq û Başûrê Kurdistanê koçber dibin, kurd in.

Şeva borî xelekek din ji bernameya “Be Hêminî” ya Rûdaw hat pêşkêşkirin. Mijara xeleka vê carê, koçberbûna welatiyên Başûrê Kurdistanê bû.

 

Mêvanê vê carê yê Be Hêminî, Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed, bû û bersiva pirsên Hêmin Ebdullah da.

 

Derbaz Mihemed li ser koçberbûna welatiyên Başûrê Kurdistanê got, ew kesên ku koçber dibin ji sîstema siyasî bê hêvî bûne. Ji ber ku dibînin yên ku welat birêve dibin, nikarin mûçeyê wan dabîn bikin…

 

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê, anî ziman ku li hember Bexdayê heta niha nehîştiye mûçeyê karmendan gîro bibe ev jî bûye sedema wê ku herî zêde kurd koçber bibin û ji Kurdistanê biçin.

 

Li gorî Derbaz Mihemed, ji her 100 kesên ku li Iraqê dibin koçber, 75 kes ji Başûrê Kurdistanê ne, tenê 25 kes ji deverên din ên Iraqê ne.   

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim