1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Kurdistanê 250 mehkûmên îdamê hene
Li Kurdistanê 250 mehkûmên îdamê hene

Li Kurdistanê 250 mehkûmên îdamê hene

Li Herêma Kurdistanê zêdeyî 250 mehkûmên îdamê hene, lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê cezayê wan cîbicîh nekiriye. Ji ber çend sal dibe hikûmeta Kurdistanê cezayê îdamê cîbicîh nake.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN

HEWLÊR - Di vê derbarê de parlamenterê YNK’ê Azad Goran di gera sêyem a Parlamentoya Kurdistanê de endamê Lijneya Yasayî bû, ji BasNewsê re got: ‘’Li Herêma Kurdistanê zêdeyî 250 mehkûmên îdamê hene, lê çend sal dibe ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve cezayê îdamê nayê cîbicîh kirin.’‘

Goran Azad wiha axifî: ‘’Li gor yasayan ew ceza li Herêma Kurdistanê heye, lê ligel ku hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê jî tu biryarek bo ragirtina wî cezayî nedane, ew ceza nayê cîbicîh kirin, vêna jî gelek pirsgirêk bi xwe re anîne, ji ber ew kes li gor yasayan mirî ne û di rastiyê de jî zindî ne. Vêna jî wiha kiriye ku gelek pirsgirêkên civakî ji wan jinan re çêbibin ên ku kes û karên wan mehkûmê îdamê ne.’‘

Azad daxwaz kir ku êdî ew kesên han di vê rewşê de neyên hiştin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Fermo yan cezayê wan li ser wan cîbicîh bikin, an jî bila cezayê wan bibe yê heta hetayê, wê demê pirsgirêkên heyî yekalî dibin.’‘

Bu haber toplam 541 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.