Li Mêrdînê, ji ber şer kirêya xaniyan biha bûye

Li Mêrdînê, ji ber şer kirêya xaniyan biha bûye
Welatiyên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji ber şer û pevçûnan malên xwe terikandine û çûne Mêrdîn û navçeyên wê yên din, ji zêdekirina kirêya xaniyan gazinan dikin û dibêjin ku piraniya emlakçiyan vê rewşa han wek derfet dibînin û kirê biha kirine.

 

Li Nisêbînê ku qedexeya derketina derve ketiye roja 14an, gelek malbatên ku ji ber şer û operasyonan koçî Qoser, Midyad û navçeyên din kirine, careke din mexdûr dibin û li wan deran jî xanî bi dest wan nakevin, ji ber ku kirê hatiye girankirin.

 

Welatiyek ku ligel malbata xwe koçî Midyadê kiriye, ji Rûdawê re got ku rewşa wan xirab e ji ber xwediyê xaniyan gelek hincetan tînin û dema mêvanek jî tê sergiraniyan dikin.

 

Wî welatiyê Nisêbînê ku ji ber rewşa ewlekariyê nexwest navê wî were eşkerekirin, wiha axifî: “Kes ji kêfa, mal û bajarê xwe bicîh nahêle, em neçar bûn, lê mixabin li van deran jî niha pirsgirêka peydakirina xaniyan heye, ji ber ku Nisêbîn vala bûye û hemûyan berê xwe dane Midyad û Qoser û hinek jî çûne gundan ba xizim û merivên xwe.”

 

Pirsgirêka herî serekî ya wan malbetên ku neçar mane ji ber şer birevin, peydakirina xaniyan e. Kirêya xaniyan ku beriya şer nêzîkî 100-150 dolarî bû niha bûye 250 heta 300 dolaran.

 

Nifûsa Nisêbînê ku zêdeyî 120 hezar kesan e, ji sedî 70ê ji bajêr derketine û niha belavî bajar û bajarokên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.