1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Nisêbînê polîsan êrîşî mitînga Rojava kir
Li Nisêbînê polîsan êrîşî mitînga Rojava kir

Li Nisêbînê polîsan êrîşî mitînga Rojava kir

Polîs û cendirmeyan li du milên sînor bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir û bûyer derketin. Di bûyerê de welatiyekî ku perçeyek li serê wî ket birîndar bû. Pevçûn li hemû navçeya Nisêbînê belav bû.

A+A-

MÊRDÎN -Bi 10 hezaran kes ji bo "Dîwarê Şermê" yê li ser Sînorê navbera Nisêbîn û Qamişlo hat avakirin şermezar bike meşiyan ser sînor. Piştî meşê li ser navê girsê Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat ata axaftinek kir û diyar kir ku ew dê destûr nedin avakirina dîwaran. Di axaftina Akat Ata de, bi hezaran welatiyên ku bi kevir, dar ber û biviran meşiyan ser sînor, dîwar perçe dikin. Di çalakiya ku girse meşiya ser sînor û dîwar perçe dike de polîs û cendirmeyan bi bombeyên gazê mudaxale kir û bûyer derket. Welaityên êrîşî dîwar kirin, hemû dest, dar û bêran hemû têlên li ser sînor perçe kirin û jêkirin. Bi sedan kesên meşiyan ser sînor rastî mudaxaleya polîs û cendirmeyan hatin. Polîs û cendirmeyan bi awayekii hişk mudaxale kir. Girsê jî bi kevir, dar û fîekên havaî bersîv da.

Di mudaxaleyê de welatiyekî ku perçeyek li serê wî ket bi giranî birîndar bû. Li aliyê din giseya ku li milê Qamişlo kom bû jî meşiyan ser sînor. Polîsên aliyê Tirkiyeyê bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girseya dervê sînor jî kirin.

Piştî polîsan mudaxaleyî girsê kir, bûyer li nava gelek taxan belav bû. Girsê li gelek kolan û taxan li pêş polîsan barîkat danîn û li gelek taxan pevçûna di nabera polîs girsê de didome.

(ANF)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.