1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Li parka bajêr"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Li parka bajêr"

A+A-

 

”Eşqa Robîn û Eva, li Swêdê, bajarê Obero dest pê dike. Piştî çend hevdîtinan bêhtir bi hev têne girêdan. Xeyalên wan ji bo zewacê xurtir dibe. Eva, doktora nexweşxana bajêr e. Robîn li şîrketekê kar dike. Rojekê, nameya Eva ji zû ve li bende ye tê. Dixwaze ji bo xwendina bilind here Emerîkayê. Robîn bi erênî li biryarê nanêre. Çend rojan tenê dimîne, difikire. Biryara zewac û çûna pê re dide. Herdu dixwazin piştî kar, ber êvarkî hev li parka bajêr bibînin û xwarinê li wir bixwin. Eva xwarinên xweş dikire, tê parkê û li benda Robîn radiweste.

Kalle narkoman e û serokê xirabên bajêr e. Riya wî bi parkê dikeve û Evayê dibîne. Eva doktora Kalle ye. Cara dawî ji ber hebikên narkotîkê jê re nenîvîsî, Kalle aciz kiribû. Niqaşa herduwan li parkê, bi kûştina Evayê bi dawî dibe. Kalle ji ber çavan winda dibe. Dema Robîn tê parkê cendekê wê li erdê dibîne. Polîs heman demê tên cihê buyerê û şikê jê dikin. Ji ber kûştina Evayê tê girtin. Lê paşê, ji bê delîlî tê berdan.

Tomas xirabek ji yê bajêr e. Mala wî di ser parka bajêr re ye. Ji balkona xwe, dibe şahidê bûyera kûştina Evayê. Lê ji polîsan re eşkere nake. Dixwaze kûştina wê ji bo berjewendî û planên xwe bikar bihêne.

Polêsên bajêr Kent û Tom jêhatî ne. Lê dema şikên li ser Robîn û Tomas pûç derdikevin, destgirêdayî dimînin. Teşkîlata polîsan dikeve tengasiyê, zexta xelkê û çapemeniyê li ser wan zêdetir dibe. Stig û Anders li ser mijarên wisa xwedî tecrube ne, ji bo alîkariyê, tevlî xebata lêgerîn û lêkolînê dibin. Çile ye. Şopên hene hêdî hêdî winda dibin. Qatil, merivekî din jî dikûje. Wext teng e û divê tiştek bê kirin. Lê çawa û ji çi deverê dest pê bikin nizanin.

Kesê qatil hinekî diyar e. Lê qanûnên komên krîmînel yên xwezayî hene, pêlkirina qanûnan û eşkere kirina kûjêr ne hêsan e. Hesabên reş di cîhana narkomanan de û şerê serokatiya xirabên bajêr dest pê dike. Êdî hêviyên ji polîs, cihê xwe dide kesên krîmînel û hewildana Robîn...”

Romanên krîmînel û nivîsîna wan ne hêsan e. Mijar ji bo romana kurdî nû ye. Tecrubeyên piralî, zimanê meslekî û zîrekbûnê dixwaze. Lewma afirandina berhemê gavek bi wêrek e û di romana kurdî de ceribandin û hilmek nû ye.

Zîrekbûna nivîskar Silêman Demir di nivîsîna romanên evînî de nasdar e. Girêdana xelekan de hesas e. Di afirandinê de zimanek bilind bikar dihêne. Avakirina kêşara romanê û hunandina diyalogan de hoste ye. Nivîskar Demir bi ceribandin û mijarek nû derdikeve pêşberî xwendevanan.

Nivîskar ne tenê beşek ji jiyana kesên krîmel ronî dike. Ew ferhengokek ji peyvên taybetî di çarçoveya krîmînolojiyê pêşkêşî xendevanan dike. Peyvên jibîrbûyî dihêne rojevê û çendên nû pêşkêşî pejirandina raya giştî dike.

Hostebûna Demir li ser nivîsîna evîna Eva û Robîn zêde bi tam e. Dîmenên erotîk bayek ekzotîk dide berhemê. Danasîna Swêdê, demsalên li welêt, adet û toreyên swêdiyan nirxê berhemê zêdetir dike. Alaqatên narkoman û xirabên bajêr balkêş e. Dema mirov dest bi xwendinê dike, ji kêşara wê rizgar nabe, dikeve nav buyerê û heta dawiyê pê re dijî. 

Li parka bajêr bi kurdî hatiye nivîsîn û ji 188 rûpelan pêk tê. Berhem di nav weşanên DO de belav bû.

 

 

Bu yazı toplam 750 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.