Li Qamişlo teqîn: Şehîd hene

Li Qamişlo teqîn: Şehîd hene
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.

 

 

Li bajarê Qamişlo îro danê sibê saet 08.45 li durêyana Xelîç-Hîzamê teqînekê rû da.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew teqîna vê sibehê li Qamşillo çê bûye, Êrişeke xwekujî bû.

Kesê xwekuj xaleke kontrolê ya hêzên Asayişê ji xwe re kiriye armanc û li gor agahên ku bidest Rûdawê ketine, 5 endamên asayişê şehîd bûne hejmareke din ku xelkê sivîl jî di nav de birîndar bûne.

Her li gor agahiyan ew kesê xwekuj ji taxa Tey derbasî nav kolana Xelîçê bûye, û nan di destê wî de bû û di destpêkê de silav li endamên asayişê kiriye û li cem wan xwe teqandiye.

Piştî wê teqînê hêzên Asayişê derdora cihê bûyerê dorpêçkirin û dest bi lêgerîn û lêprisînê kirin û tevahya brîndaran bo nexweşxaneya Şehîd Xebat Qamşillo hatin veguhastin.

Hêzên Asayîşê hawirdora cihê êrîşê girtin û dest bi lêkolînan kir.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.