1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Raniya, 3 girtî ji girtîgehê reviyan!
Li Raniya, 3 girtî ji girtîgehê reviyan!

Li Raniya, 3 girtî ji girtîgehê reviyan!

Li bajarê Raniya yê Başûrê Kurdistanê, 3 girtiyên ku ji ber kuştina kesekî hatibûn girtin, ji girtîgehê reviyan. Parlamenterek jî bi guman li wê bûyerê dinêre û dibêje, ew nereviyane ew hatine berdan!

A+A-

 

 

Pêr bi şev, 3 girtî ji girîtgeha bajarê Raniya yê Başûrê Kurdistanê reviyan. Ew her sê girtî, birayên hev in û ji ber kuştina xortê bi navê Loqman hatibûn girtin.

 

Berdevkê Polîsê Raniya, Mistefa Mihemed Bapîr, reva wan girtiyan ji Rûdawê re piştrast kir û got, ew sê girtî ji ber xemsariya gardiyanan reviyane û heta niha jî nehatine girtin. Ewên ku di vê yekê de xemsarî kirine dê bên cezakirin.

 

Wî rayedarê Polîs anî ziman ku heta niha nayê zanîn ew çawa reviyane û kê alîkariya wan kiriye û got, ji bo vê yekê jî lêjneyek hatiye avakirin.

 

Parêzer Mela Elî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, yek ji sebebên reva wan girtiyan, gîrobûna dadgehîkirinê ye. Eger girtî zû bên darizandin û bo zîndanê bên veguhestin, êdî nikarin birevin.

 

Li gorî wî parêzerî, li Kurdistanê dema kesek ji ber tohmet yan sûcekî tê girtin, zû nayê darizandin û dadgehîkirna wî/wê gîro dibe.

 

Di girtîgeha Raniya de derdora 90 girtî hene lê ji nav wan tenê ew sê bira eviyane! Ev jî bûye sedema gumanê.

 

Serokê Lêjneya Mafên Mirov li Parlamentoya Kurdistanê, Soran Omer di vê barê de li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, 6 meh berê malbata kuştî (Loqman) ji min re gotin ku ew ditirsin ew her sê tohmetbar ji girtîgehê birevin çimkî hinek kesên mezin pişta wan digirin! Ji ber vê jî li gorî min ew nereviyane, ew hatine berdan! Ma dibe yek deriyê girtîgehê neyê şikandin û polîs jî razabe!? Divê bi ciddlî li dû vê bûyerê biçin.

 

Malbata kuştî jî gotinên Soran Omer piştrast kirin û gotin, me ji Soran Omer re gotibû ku em ditirisn ew ji girtîgehê birevin û heta sûcên mezintir jî bikin!

Bu haber toplam 713 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.