Li Roboskê leşkeran 8 hêstirên din jî kuştin!

Li Roboskê leşkeran 8 hêstirên din jî kuştin!
Li zozanê Şîrîtê yê gundê Roboskê leşkeran êrîşê hêstiran kirin. Di encama êrîşê de 8 hêstir ji hêla leşkeran ve hatin kuştin. Her wiha hat gotin ku leşkeran ji Koxa Spî noqteyên gerîlayên HPG'ê gulebaran kirin.

Li zozanê Şîrîtê yê gundê Roboskê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê, leşkerên ku nêzî 2 meh in li sînorê başûrê Kurdistanê disekinin, dîsa êrîşê hêstirên welatiyan kirin. Şevê din di seatên dereng de leşkerên ku li dora zozanê Şîrîtê bi cih bibûn hêstirên welatiyan gulebaran kirin kirin di encama gulebaranê de 8 hêstir mirin. Bi kuştina 8 hêstiran di nava 2 mehên dawî de hejmara hêstirên ji hêla leşkeran ve hatine kuştin gihîşt 40'î.


Hat ragihandin ku piştî êrîşên li hemberî hêstiran vê carê leşkeran ji Qereqola Koxa Spî noqteya gerîlayên HPG'ê gulebaran kirin. Der barê gulebaranê de agahiyên zelal nehatin bi destxistin.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.