1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Rojava “rêvebiriya xweser” tê îlankirin
Li Rojava “rêvebiriya xweser” tê îlankirin

Li Rojava “rêvebiriya xweser” tê îlankirin

Hate diyarkirin ku Meclîsa Rêveber a Demî ya Kantora Cizîrê ya Xweseriya Demokratîk ku ev demek dirêj e xebatên wê tên meşandin, wê di 19 an jî 20’ê çileyê de bê îlankirin.

A+A-

QAMIŞLO– Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer ên nêzî Meclîsa Qanûnsazî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine girtin, Meclîsa Rêveber a Demî ya Kantora Cizîrê ya Xweseriya Demokratîk wê di van rojan de bê îlankirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku li ser pêşniyara Desteya Avakirina Meclîsa Rêveber a Demî , wê Meclîsa Qanûnsaziyê di 19 an jî 20’ê çileyê de bicive û piştî nirxandina pêşniyaran, Meclîsa Rêveber a Demî ya Kanton Cizîrê îlan bike.

Xebatên rêveberiya xweseriya demokratîk di meha tîrmehê ya sala 2013’an de bi pêşniyara PYD’ê destpê kiribûn û bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê veguherîbû sîstemek herêmî. Herî dawiyê di 6’ê çileya 2014’an de Meclîsa Qanûnsazî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Amûdê civiya bû û projeyên “hevpeymana civakî, “rengê rêveberiyê” û “qanûna hilbijartinê” erê kiribûn.

Dîsa di heman civînê de biryar hatibû girtin ku  meclîs di 14’ê çile de dîsa bicive, lê ji ber rewşên awarte hatibû taloqkirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî Meclîsa Rêveber a Demî ya Kantona Cizîrê bê îlankirin, wê ev meclîs bi hemû pêdiviyên kantonê yên aborî, siyasî, civakî, ewlehî û hwd re eleqedar bibe û amadekariyên hilbijartinên ku 4 meh piştre bêne lidarxistin, bikin.

(ANHA)

Bu haber toplam 636 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.