1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Rojava sîstemek nû tê avakirin
Li Rojava sîstemek nû tê avakirin

Li Rojava sîstemek nû tê avakirin

"Emê valatiya qanûnî di demeke kurt de dagirin û sîstemeke nû ya rêveberiyê bidin rûniştandin."

A+A-

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hakem Xelo da zanîn ku bi îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê re ew niha amadekariyên avakirina Dadgeha Destûra Bingehîn, Desteya Hilbijartinê ya Bilind û komîteyê xebatê yên Meclîsê dikin û got, "Emê valatiya qanûnî di demeke kurt de dagirin û sîstemeke nû ya rêveberiyê bidin rûniştandin."

AMÛDÊ -Li ser xebatên dawî yên Meclîsa Qanûnsaz, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hakem Xelo ji bo ANF’ê re axivî. Xelo destnîşan kir xebatên avakirina sîstema xweseriya demokratik didomin û ji bo valatiya qanûnî bê derbas kirin lez dane xebatên xwe. Xelo got “Berî her tiştî ji bo Meclîsa Qanûnsaz pêwîstiya me bi sîstema meşandina meclîsê heye. Ji bo em bikaribin komîteyan ava bikin, em niha ji bo sîstema hundirîn a meclîsê amadekariya qanûnan dikin.  Yek ji wan komîteyan komîteya qanûnane. Ya dudiyan Dadgeha Destûra Bİngehîn e. Ya sêyemîn avakirina Desteya Hilbijartinê ya Bilind e ku heta çar mehan divê hilbijartinê bike. Ya çaremîn li gora Hevpeymaniyê dibe cigirê serokên Desteyê Rêveber yê hatine destnîşan kirin, di erê kirina Meclîsa Qanûnsaz de bên derbaskirin. Ji ber ku heta niha cîgirên hemû Desteyên Rêveber nehatin destnîşankirin, me Meclîsê kom nekir. Lê emê di demek kurt de Meclîsa Qanûnsaz ya Kantona Cizîrê kom bikin û van valatiyên qanûnî dagirin.” 

Amadekariyên hilbijartinan

Li ser amadekariyên hilbijartinan Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz ya Kantona Cizîrê Hakem Xelo da zanî ewê hewl bidin ku heta çar mehan amadekariyên hilbijartinan temam bikin û wiha gotinên xwe domand: “Niha hem Meclîsa Qanûnsaz, hem jî Desteya Rêveber ji bo demekê hatine avakirin. Her çend şertên em têde ne hin zehmetiyan derdixînin hole jî, emê rewşa gelên xwe aram bikin. Hem Meclîsa Qanûnsaz hem jî Desteya Rêveberiyê bi tifaqê hatine sazkirin, ne bi hilbijartinan. Ji ber wê jî me wek Meclîs daxwaz kiriye ku nav ji bo Desteya Bilind a Hilbijartinê werin pêşniyarkirin û em di civînên xwe de van navan erê bikin. Bi vî rengî Desteya Bilind a Hilbijartinan dest bi karê xwe bike. Ji xwe ji bo hilbijartinan gelek zehmetî hene. Sînorên Kantonan, serjimêriya kesan hwd. wê gelek pirsgirêk derketin pêşiya Desteyê. Ger di çar mehan em nikaribin biçin hilbijartinan, mafê Meclîsêye ku du mehan dema Meclîsê dirêj bike.” 

'Em modelekê ji bo tevahiya kurdistanê ava dikin'

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hakem Xelo ji bo piştgiriya wan spasiya gelên Kurd yên beşêdin yê Kurdistanê kir û wiha gotinê xwe bi dawî kir “Em sipasiya gelên xwe yên welatparêz ê sê parçeyê din dikin. Em ji desteka wan kêfxweşin û alîkariyek mezin digrin. Di heman demê de em jî ji bo tevahiya Kurdistanê modelekê didin avakirin. Ev avakirina wê ji bo parçeyê din ên Kurdistanê jî bibe mînak û alîkar. Gel, rêxistinê bakurê Kurdistan bi giştî destek û piştgiriya xwe nîşan dan. Derveyî PDK’ê piraniya partiyên Başûrê Kurdistan’ê destek û piştgiriya xwe aşkera kirin. Gelê me yên Ewropa, Rojhilata Kurdistan destekek mezin nîşan da. Em spasiya hemûyan dikin."

(ANF)

Bu haber toplam 667 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.