• Diyarbakır7 °C
  • Batman5 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan0 °C
  • Şanlıurfa11 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep10 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Rojava tecrûbeya parastina cewherî ya jinan
26 Aralık 2013 Perşembe 13:12

Li Rojava tecrûbeya parastina cewherî ya jinan

"Hewldanên banga helalkirina jinan a di mizgeftê de ji aliyê jinan ve bi tundî hat şermezarkirin. Jinên kurd li hember êrîşên hov xwe parastin."


AMED - Komeleya Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê ya li bajarê Qamişlo ya Rojava ku di 1'ê Hezîrana 2013'an de hat damezirandin der barê, binpêkirinên mafan ên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê komên çete li hember zarok û jinan raporek amade kir. Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê Xunav Ahmedmuhammed, asta "Şoreşa Rojava" gihiştiyê, rapora ku komeleyê amade kiriye û êrîşên komên çete yên dij-mirovatiyê ji DÎHA re nirxand. 

'Şerê qirêj hat ferzkirin' 

Ahmedmuhammed a got, "Li Rojava Şoreş heye" axaftina xwe wiha domand, "Di vê şorêşê de jin, ciwan û zilam her kesî cihê xwe girt. Her kes a dikeve ser milê xwe dike. Lê belê bi vê şoreşê re li hember gelê ku îradeya xwe danî holê komên çete yên di bin navê îslama radîkal de, şerekî qirêj hat ferzkirin. Di mizgeftan de qîr kirin. Mal, mulk û jinên kurdan li xwe helal kirin. Xanî û malên kurdan şewitandin û talan kirin. Mirov revandin û serê wan jêkirin." 

'Zarok û jin hedef bûn"
Ahmedmuhammed da xuyakirin ku komên çete di êrîşên xwe de zarok û jin kirin hedef û der barê raporkirina binpêkirina mafan de wiha got, "Ji ber ambargoyê zêde çûnûhatina ji bajarekî heta bajarekî din zêde çênabe. Lê belê, em dizanin ku li wan deveran bûyer rû didin. Ev çete komkujiyan pêk tînin. Zarok û jinan dîl digirin. Ji ber em nikarin biçin em nikarin bikin belge jî. Li Til Koçer û Til Ebyed xusûsên me kirine belge hene. Me li wan deveran bi jinên birîndar re hevdîtin pêk anîn." 

 

Ahmedmuhammed diyar kir ku jin bi parastina cewherî bersivê didin êrîşan û got, "Hewldanên banga helalkirina jinan a di mizgeftê de ji aliyê jinan ve bi tundî hat şermezarkirin. Jinên kurd li hember êrîşên hov xwe parastin." 

Ahmedmuhammed bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Li Rojava ne tenê kurd, ereb û xirîstiyan jî hene. Her kes ji bo ewlehiyê dixebite. Jin jî di nav de cih digirin. Jinan xwe paşde neda ji ber pirsgirêkeke neteweyî bû." 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim