1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Rumadiyê 50 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li Rumadiyê 50 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Rumadiyê 50 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragehand ku zêdetirî 50 çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAÎŞ) li Rumadiyê hatine kuştin û baregeha serekî ya komên çekdar jî ketiye jêr kontrola artêşê.

A+A-

BEXDA -Îro Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyek li ser şer û pevçûnên di rojên dawî de yên li navçeyên Enbar Anbar û Rumadiyê belav kir. Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku, hêzên artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên hewayî, alîkariya eşîran û polîsên Enbarê operasyonek berfireh û bi plan li himberî çekdarên DAIŞ’ê ser bi El-Qaîdeyê lidarxistine û di encam de zêdeyî 50 endamên rêxistina DAIŞ’ê hatine kuştin.

Herwiha Wezareta Parastinê ya İraqê ragehand ku di operasyonê de stadyuma Rumadiyê jî ku wek baregeha serekî ya hêzên DAIŞ’ê dihat bikaranîn, ketiye bin kontrola hêzên artêşa Iraqê.

Bu haber toplam 525 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.