1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Şemrexê Kantona Cizîrê hat silav kirin
Li Şemrexê Kantona Cizîrê hat silav kirin

Li Şemrexê Kantona Cizîrê hat silav kirin

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê bi sedan welatiyan îlankirina xweseriya Kantona Cizîrê silav kir.

A+A-

MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexa Mêrdînê bi sedan welatiyên ku di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê li hev kombûn îlankirina xweseriya Kantona Cizîrê silav kirin. Bi sedan welatî namzetên Hevşaredarên BDP'ê yê Şemrexê Necla Yildirim û Alî Ozkan û rêveberên BDP'ê tevlî pîrozbahiya silavkirinê bûn. Pîrozbahîya ku li baxçeyê Şaredariya Şemrexê hat pîroz kirin de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên YPG'ê û PKK'ê hat daliqandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Li piştî dirûşman deqeyek ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayî rêzdarî hat girtin. Piştî rêzdariyê Serokê BDP'ê yê Şemrexê Mehmet Şik axivî. Şik diyar kir ku gelê Rojava ji bo ku bê roja îro bedelên giran dan û wiha got: "Gelê Rojava îrojî xweserî îlan kir. Em ji jivir şoresa gelê Rojava silav dikin." Piştî Şik namzetê Hevşaredariya Şemrexê Alî Ozkan axîvî. Ozkan diyar kir ku di konferansa cenevre-2 de gelê kurd tune hatî hesibandin. Ozkan anî ziman ku ew feraseta ku gelan tune dihesibîne şermezar dikin. 

Li piştî axaftina koma ku dibin navê Navenda Çanda Mehmet Uzun de xebatên xwe berdewam dike derket ser dikê û piştî mûzîkan pîrozbahî bidawî bû.

rojava-pîrozbahî-2.jpg

Bu haber toplam 651 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.