1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Silêmanîyê Teqîn: Efserek birîndar bû
Li Silêmanîyê Teqîn: Efserek birîndar bû

Li Silêmanîyê Teqîn: Efserek birîndar bû

Vê sibê (12.01.2014) li ber mala efserekî ser bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bombeyeke ku berê hatibû danîn teqiya û di encam de efser ji lingê xwe birîndar bû.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN

SILÊMANÎ -Hat ragehandin ku teqîn li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê li ber mala efserê paye bilind ê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Emîd Bextiyar Fayîq çêbûye.

Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji Fermandariya Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Bombe di navbera deriyê hewşê û otomobîlê de hatibû danîn, dema Emîd Bextiyar dixwaze li otomobîla xwe siwar bibe bombe diteqa û ji lingê xwe birîndar dibe.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn ku Emîd Bextiyar Fayîq bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û amade nebû tu zanyariyên zêdetir bide. 

Berpirsê Beşa Ragehandina Peywendiyên Asayîşa Silêmaniyê jî tekez kir ku teqîna îro li bajarê Silêmaniyê çêbuye berdewamiya wan karên ‘terorîstî’ ye ku di demên borî de li bajarê Silêmaniyê hatine kirin.

Berî niha jî li ser rêya Serçinar-Çeq Çeq du bombeyên ku berê hatibûn danîn bi du otomobîlên efserên Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê de teqiyan û di encam de herdu efser birîndar bûn.

Bu haber toplam 538 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.