• Diyarbakır25 °C
  • Batman25 °C
  • Mardin21 °C
  • Bingöl19 °C
  • Bitlis16 °C
  • Elazığ23 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa25 °C
  • Erzurum15 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari15 °C
  • Muş16 °C
  • Siirt23 °C
  • Van19 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Silêmaniyê teqîn: Pênc kes birîndar bûn
21 Aralık 2013 Cumartesi 13:01

Li Silêmaniyê teqîn: Pênc kes birîndar bûn

Silêmaniyê otomobîlek teqiya û di encam de pênc kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku teqîn ji aliyê grubeke 7 kesî ve hatiye kirin û Asayîşa Silêmaniyê jî ragehand ku emîrekî El-Qaîde ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Silêmanî (Navenda Nûçeyan) - Şevê din li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê otomobîlek teqiya û di encam de pênc kes birîndar bûn. Li gor çavkaniyên ewlekariyê, teqîna şevê din a li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê ji aliyê grubeke 7 kesî ve hatiye kirin û Asayîşa Silêmaniyê jî ragehand ku emîrekî El-Qaîde ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke nêzîkê bûyerê got: ‘’Şevê din li taxa Serçinar a Silêmaniyê otomobîlek teqiya û di encam de pênc kes birîndar bûn, wiha dixwiye birîndar jî ser bi hêzên polîs û asayîşê bin.’‘

Li Silêmaniyê emîrekî El-Qaîde hat girtin

Hat ragehandin ku teqîna ku li Silêmanyê pêk hatiye, ji aliyê rêxistina El-Qaîde ve hatiye kirin.

Li gor çavkaniyên ewlekariyê, amadekariya planekê heye ku di şeva serê salê de teqînên din li bajarê Silêmaniyê bên kirin. Medya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî behsa wê yekê dikin ku dibe ew Kurdên Îslamî yên ji sînorê Silêmaniyê bo karên terorîstî çûne Sûriyê, hino hino vegerin bajêr û ji niha û şunde li welatên xwe (Herêma Kurdistanê) dirêjiyê bi karên xwe yên terorîstî bidin.

Tê gotin ku piştî bûyerê emîrekî El-Qaîde ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Silêmaniyê ve hatiye girtin.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim