Li Şirnexê, cerdevanek hat kuştin

Li Şirnexê, cerdevanek hat kuştin
Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, milîsekî kurd (cerdevan) di encama êrişa çekdarî de hat kuştin.

 

 

Duh li bajarê Şirnexê, milîsekî kurd, ku li Bakurê Kurdistanê wek “cerdevan” û bi fermî jî wek “parêzvanên gundan” tên nasîn, li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, ew milîsê kurd li nexwşxanê jiyana xwe ji dest da.

 

Artêşa Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ew milîsê kurd ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

 

Dewleta Tirk beriya niha ragihandibû, derdora 1400 milîsên kurd tevlî şer û operasyonên li navçeya Sûrê ya Amedê bûne û li dijî şervanên kurd ên girêdayî PKKê şer dikin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.