• Diyarbakır4 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin3 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum1 °C
  • Ağrı0 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş1 °C
  • Siirt3 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Sûriyê 111 kes hatin kuştin
24 Aralık 2013 Salı 16:04

Li Sûriyê 111 kes hatin kuştin

Yekîneyên artêşa Esed ji hewa û bejayê êrîş birin ser bajarên ku muxalif lê ne. Di êrîşan de 20 jê zarok, 10 jin bi tevahî 111 kes hatin kuştin.

 

HELEB/WASHINGTON -Di êrîşên hewayî yên ku bi helîkopter û balafirên şer ên artêşa rejîmê tên kirin de li Azeza navçeya Helebê û li herêmên wek Sûkke, Salihîn û Merceyê hejmara kesên ku hatin kuştin bû 85.

Hat diyarkirin di nav kesên ku hatine kuştin de 20 jê zarok û 10 jî jin in. Di êrîşan de bi sedan kes jî birîndar bûn û rewşa hin birîndaran gelekî giran e. Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SNHR) di daxuyanî xwe de destnîşan kir ku hêzên Esed ji hewayê bi navber êrîşî bajêr dikin, bombeyên warîlê bi kar tînin û kesên birîndar jî ji ber kêmasiya melzemeyên tibî dimirin. Ji ber vê ji nexweşxaneya Sehrayê re jî gelek melzemeyên tibî lazim in.

Roja borî di êrîşên ku li herêmên Helebê yên wek Ahmediye, Hananû, Erdû'l Hemra, Sahûr û Marexayê hatin kirin de 70 kes miribûn û 140 kes jî birîndar bûbûn. 

Li gor çavkaniyên herêmî li bajarê Helebê di nav hefteyekê de 165 kes hatin kuştin û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.  

Li gorî daxuyaniya SNHRê hêzên Esêd bi çekên giran ji hewa û bejayê êrîşî bajarê Heleb û herêmên ku di destê muxalifan de ne dike. Di êrîşên dawîn de li Helebê 85, li Îdlib 10, li derdorên Şamê 6, li Derayê 4, li Xûmsê 2, li Lazkiyeyê 2, li Deyrû'z Zorê kesek, li Raqqayê jî kesek, bi tevahî 111 kes mirin.

- Neteweyên Yekbûyî êrîşên li ser Helebê şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn êrîşên ku ji aliyê rejîma Esed ve li Helebê tên kirin şermezar kir û got: "Di demên dawîn de li Sûriyeyê gelek êrîş tên kirin û ez wan êrîşên ku tê de bombeyên warîlê jî tên bikaranîn jî şermezar dikim."

- Qesra Spî jî êrîş şermezar kirin 

Di daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat kirin de wiha hat gotin: "Li Heleb û derdora Helebê ji seranserê hefteyê fuzeyên Scud û bombeyên warîlê tên bikaranîn, DYA êrîşên hewayî yên ku hêzên Esed li ser sivîlan didomîne bi tevahî şermezar dike."

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim