• Diyarbakır24 °C
  • Batman23 °C
  • Mardin23 °C
  • Bingöl20 °C
  • Bitlis17 °C
  • Elazığ20 °C
  • Erzincan20 °C
  • Şanlıurfa28 °C
  • Erzurum15 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep22 °C
  • Hakkari14 °C
  • Muş19 °C
  • Siirt22 °C
  • Van13 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Sûriyê 12 kes ji ber sermayê mirin
13 Aralık 2013 Cuma 12:21

Li Sûriyê 12 kes ji ber sermayê mirin

Giştî ya Şoreşa Sûriyê ragehand ku10 mehkûman li gitîgeha Helebê ya Navendî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Desteya Desteyê bi daxwyaniyekê da zanîn ku îro (12.12.2013) li Girtîgeha Helebê ya Navendî ya di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de, 10 mehkûman ji ber sermayê canê xwe ji dest dane.

Ev 3 roj in pêleke berf û sermayê hatiye navçeyê bi giştî û vê pêlê piraniya bajar û bajêrokên Sûriyê girtiye.

Ji aliyekî din ve ofîsa ragehandina Hevpeymaniya Opozîsyonê ragihand ku li parêzgeha Helebê rêjeyeke bilind a berfê bariya ye û êdî sermayeke zêde seranserê parêzgehê li xwe girtiye.

Herwiha li gor televizyona al-Arabiya, îro pêncşemê zarokekî 6 mehî bi nave Hisên Tewîl li parêzgeha Humisê ji ber sermayê miriye.

Doh (11.12.2013) jî çalakvanên şroeşa Sûriyê belavkirin ku Nidal Askîf ku temenê wê kêmî salekê bû, li bajarê Resten ê ser bi parêzgiha Humisê, ji ber berf û sermayê canê xwe ji dest daye.

Derbarê rewşa hewayê ya Sûriyê de Ajansa fermî ya Sûriyê SANA, belav kir ku çend rêyên diçin nav parêzgeha Humisê ji ber barîna berfê hatine girtin.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim