• Diyarbakır26 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin24 °C
  • Bingöl21 °C
  • Bitlis20 °C
  • Elazığ21 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa27 °C
  • Erzurum13 °C
  • Ağrı19 °C
  • Gaziantep24 °C
  • Hakkari20 °C
  • Muş19 °C
  • Siirt24 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Sûriyê 9 milyon kes li benda alîkariyê ne
03 Ocak 2014 Cuma 17:21

Li Sûriyê 9 milyon kes li benda alîkariyê ne

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehand ku di destpêka sala 2014’an bi sê krîzên mirovî yên mezin dest pê kirine. Wekîla Sekreterê Giştî yê NY’ê bo Karûbarên Mirovî Valerie Amos li New Yorkê di civîneke çapemeniyê da zanîn ku 3 krîzên herî mezin ên miro

Navenda Nûçeyan

SÛRIYE- Valerie  Amos  derbarê her sê krîzan de got: “Ew krîz ên Sûriyê, Afrîkaya Naverast û Filipînê ne ku metirsiyekê li ser jiyana bi milyonan kes peyda dike.” Amos eşkere kir ku 12 bilyon û 900 milyon dolar pêwîstin da karibin alîkariyên mirovî bighînin 52 milyon kes Ii 17 welatan.

Derbarê koçber û penaberên Sûriyê de jî Amos wiha axivî: “Li Sûriyê 9 milyon û 300 hezar kes pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ji wan 6 milyon û 500 kes li nav Sûryê derbeder in û zêdeyî 2 milyon û 300 hezar kes li derveyî Sûriyê koçber in.”

Wekîla Sekreterê Giştî yê NY’ê da zanîn ku wan di naverasta meha borî de banga herî mezin a mirovatiyê ragihandiye û tê de daxwaza 6 milyar û 500 milyon dolar hatiye kirin ji bo alîkarîkirina xelkê Sûriyê di sala 2014’an de.

Ji aliyek din ve Valerie Amos rejîma Sûriyê tohmetbar kir ku ew astengiyan ji tîmên wan re derdixe lewma nikarin alîkariyan bighînîn bi hezaran kesên mihtac û daxwaz ji Konseya Ewlekariyê ya navdewletî kir ku zextê li rejîma Sûriyê bike da rê bide tîmên hawarhatinê da karibin bi azadî tev û liva xwe bikin û alîkariyan bighînin xelkên mihtac.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim