1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li vê qehweyê tenê kişik û dame tê lîstin
Li vê qehweyê tenê kişik û dame tê lîstin

Li vê qehweyê tenê kişik û dame tê lîstin

Xwediyê qehweya li navçeya Baykana Sêrtê Şevket Ilik ji ber meraqa xwe ya kişikê nahêle ku di qehweyê de ji bilî kişik û dameyê lîstik bên lîstin.

A+A-

DIYARBAKIR- Xwediyê qehweya li navçeya Baykana Sêrtê Şevket Ilik ji ber meraqa xwe ya kişikê nahêle ku di qehweyê de ji bilî kişik û dameyê lîstik bên lîstin.
Lîstikên wek kişik û dameyê pir zêde bala Şevket Ilikê bavê 6 zarokan ê li navçeya Baykanê dijî û ev 22 sal in ku qehweya wî heye. Ilik nahêle ku di qehweya wî de ji bilî kişik û dameyê lîstik bên lîstin. Kesên derdorê yên diçin qehweya wî her çiqas di serî de bertekê nîşanî wî bidin jî berêka fêm kirin ku ev qehwe bûye wek navenda kişikê.
Li herêmê Ilik bi meraqa xwe ya kişikê tê nasîn. Ilik dê bi piştevaniya Qeymeqamtiya Baykanê di 31ê kanûna paşîn de beşdarî Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Kişikê bibe.

"Ji 6 saliya xwe vir ve kişik bala wî dikşîne"

Ilik daxuyanî da nûçegihana AAyê got ku ew li gundê Obaliyê mezin bûye. Ilik got ku li gund apên wî tim kişik lîstine û wî jî bi baldarî wan temaşe kiriye. Ilik got ku bi saya wan ji 6 saliya xwe vir ve kişikê dilîze û di qehweya wî ya 22 sal berê vekir de jî ji bilî kişik û damayê tu lîstik nayên lîstin.

Ilik diyar kir ku dê bi piştevaniya Qeymeqamtiya Baykanê di 31ê kanûna paşîn de beşdarî Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Kişikê bibe û wiha dewam kir: "Bi saya qehwexaneyê milet zêdetir bi kişikê re mijûl dibe. Gelek hevalên min hene ku dame û kişikê pir hez dikin. Di serî de hinan bertek nîşan da gotin ku 'di qehweyê de çima lîstikên din nayên lîstin.' Pişt re elimîn. Li navçeyê êdî hemû kes zanin ku li vê qehwexaneyê tenê kişik û dame tê lîstin. Kesên ji kişikê hez dikin li vir dicivin. Kesên kişikê dilîzin divê bi sebir û zîrek bin. Ez ê cara ewil beşdarî şampiyonayê bibim. Pir kêfxweş im. Hêvî dikim ku di pêşbirkê de dereceyeke baş bi dest bixim."

-"Em bûn sponsorê Ilik"

Qeymeqamê Baykanê Ûfûk Akil jî got ku em piştgiriyê didin Ilik û wiha dewam kir: "Dema ku ez hatim navçeyê bi vê meraqa gundiyan hesiyam û ez heyirî mam. Lê her du lîstik jî li navçeyê pir tên hezkirin. Ilik jî çend roj berê bi kesekî di hêla kişikê de xwedî dereceyeke navneteweyî têk bir. Me jî biryar da ku di Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Kişikê de piştgiriyê bidin Ilik. Em hêvî dikin ku di şampiyonayê de bi ser bikeve."(aa)

 

Bu haber toplam 550 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.