1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Xaneqînê êriş: 19 kes hatin kuştin
Li Xaneqînê êriş: 19 kes hatin kuştin

Li Xaneqînê êriş: 19 kes hatin kuştin

Çend çekdaran îşev du minîbusên karkeran dan ber guleyan û di encam de 19 karkeran canê xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Ofîsa Nehiştina Tawanan a Xaneqîn Komîser Ferhad Rifet nûçe ji malpera Xendanê re piştrast kir û got: ‘’Îşev çend çekdaran du minîbûsên karkerên warê petrolê dan ber guleyan û di encam de 19 karker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.’‘

Komîser Ferhad wiha axifî: ‘’Li nêzîkê gundê Mehmûd Xelef Zeydan li ser rêya navbera Xaneqhin-Şareban çend çekdaran bi çeka Biksiyê teqe li karkeran kirine û 17 ji wan karkeran hatine kuştin û hemû jî Îranî ne û karê lehîmkirina boriya petrolê dikirin.’‘

Rêveberê Ofîsa Nehiştina Tawanan a Xaneqîn Komîser Ferhad Rifet gazin ji artêşa İraqê jî kirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Mixabin heta artêşa İraqê nikariye wan navçeyan kontrol bike.’‘

Bu haber toplam 545 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.