Mahsûn Kirmizgul li Davûtoglu hêrs bû: Tu çawa evqas zalim bûyî!
Hewlêr – Şer û pevçûn li gellek deverên Bakurê Kurdistanê didome û rojane mirovên sivîl di encama şer de tên kuştin, birîndar dibin û xanî û malên wan wêran dibin.
Hunermend û derhênerê kurd Mahsûn Kirmizgul, ku li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayîk bûye, duh li ser rûpela xwe ya twîtterê, li hember şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe anî ziman.
Mahsûn Kirmizigul, bang li Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu kir û got, “Ma gunehê zarokên birîndar çiye? Ma ne guneh in? Ka wîjdan û merhemeta we?..”
Kirmizigul di beşek din a peyama xwe de wiha bang li Davûtoglu kir:
“Zarok û mirovên pîr ên birîndar teslîmî mirinê kirine, ma ev di kîjan ayînê de heye! Tu çawa evqasî zalim û bê rehm bûyî ey Serokwezîr?!...”
Wî hunermendê kurd bang li tevahiya Tirkiyê jî kir ku nerazîbûna xwe li hember bûyerên han nîşan bidin û xwe bidin aliyê aştiyê.(rudaw)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.