1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Malbata leşkerê Kurd: Kurê me întîxar nekir
Malbata leşkerê Kurd: Kurê me întîxar nekir

Malbata leşkerê Kurd: Kurê me întîxar nekir

Hat îddia kirin ku leşkerê bi navê Halîl Îbrahîm Erçek, bi tifiringa G-3’an xwe întîxar kiriye. Malbata Erçek da zanîn ku ew bi vê bawer nakin û destnîşan kirin ku daneyên tibî nîşan dide ku leşkeran li zarokê wan xistiye.

A+A-

MÊRDÎN -Leşkerê bi navê Halîl Îbrahîm Erçek yê di 6’ê Çile de bi birîndarî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê  piştî mudaxaleya destpêkê xistina ameliyatê. Merciyên leşkerî agahî neda malabata Erçek û di wê demê de xalê wî yê ku xalê wî yê ku Amedê çibû Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê K.A bi wesîleya anonsê agahdar bû. K.A da zanîn ku di 6’ê Çile roja duşemê de Halîl Îbrahîm Erçek saet nêzî 13,30’an de bi tifinga G-3 hatiye bîrîndar kirin û got rayedarên qerekolê der barê mijarê de agahî nedana malbatê û wih agot: “Min bûyer li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê bihist. Ez ji bo karekî taybet çibûm. Dema ez li nexweşxaneyê bûm anons hat kirin. di anonsê de behsa birîndarkirinekê dihat kirin. destpêkê ji ber şibandina nav min îhtîmal neda. Lê piştre peywirdarekî got yê nexweş ji Çinar a Amedê ye. Piştî ez hema bazdam serwîsa lezgîn. Li wir min xwarziyê xwe dît. Çawa ez dîtim, got; ez nebaşim û ji ser hişê xwe çû. Piştî ji ser hişê xwe çû doktoran mudaxale kir. Ew xistin ameliyatê. Min jî li ser vê telefon ji mamê xwe yê Amedê re telefon vekir. Mamê got; bûyerê lêkolîn bike, bipirse û agahiyê bide me.”

Li ser vê min ji leşleran bûyer pirsî. Leşkerekî bi rutbe hebû. Ji min re got ameliyet sivike. Ne tiştek girînge. Min got ez emeliyatê napirsim, bûyera çawa çêbûye. Wan jî got em nizanin bûyer çawa çêbûye, lê agahiyê nedin malbatê, piştî me leşker bir îfadeya wî girt emê agahiyê bidin malbatê. Min bertek nîşan da.  Min got kesekî birîndar yê giran heye. hun çawa agahiyê nadin. Min agahî da malbata wî.

Hun Kurd in, Amedî ne, PKK’yî û xayînın

K.A wiha berdewam kir: “Malbat û dê û bavê Halîl Îbrahîm hatin wir û bertek nîşanê leşkeran dan. Piştî van bertekan leşkeran ew der terk kirin. kes nehat. Piştî ameliyatê ez bi Îbrahîm re axivîm. Min pirsî bûyer çawa çêbû. Ji min re got ew êdî li dijî heqeret, zext û zordariyên wan nedizanî çi bike û întîxar kiriye. Got; heqeretên wekê tu Amediye, PKK’î û xayînî. Ev heqeret jî ji aliyê leşkerên bi rutbe û  bi taybet jî serbaz û çawîşên pispor ve hatine gotin. K.A  got ji roja ku xwarziyê wî çûye leşkeriyê rastî zextan hatiye û got: “Rewşê ji merciyên jor re dibêje. Lê tiştek nakin. Fermandarek dibêje ezê te bigirim cem xwe lê nagire.  Ji malbata xwe re dibêje, malbat telefon dike lê qerekol vê diderewîne.

K.A got ew bawer nakin Îbrahîm întîxar kiribe û wiha got: “hem daneyên tibî û hem jî tiştên hatine jiyîn, nîşan dide ku wî li xwe nexistiye. Ji ber tirsê nabêje. Doktorekî li nexweşxaneyê got gule ji milê wî de hatiye lêxistin. Em wisa bawerin ku xwariyê min ji pişt ve hatiye gulekirin.

Rîska wî ya jiyanê heye

K.A der barê rewşa wî ya tenduristiyê de agahî da û got hemû organên wî yên hundir parçe bûne û sibê dusbê dê bikin serwîsa normal, lê doktoran got dê ameliyetek din jî dê bikin, û got rîska wî ya jiyanê jî heye. K.A  got serî li ÎHD’a  Mêrdînê dane û got dê bikevin nava hewldanên hiqûqî. K.A diyar kir ku ger wê rojê bi tesadufî ne li wir bûya dê serê bûyerê bihata girtin.

 Parêzerê malbata Erçek Zuhat Bîlen got: “Em bûyerê lêkolîn dikin. Di encama agahiyên bê bidestxistin de em dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Piştî vê em dê navê kesên ku heqeret li Halîl Îbrahîm kirine, parve bikin.

 

Bu haber toplam 827 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.