1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Malbatên Êzidî dixwazin li gunde xwe vegerin
Malbatên Êzidî dixwazin li gunde xwe vegerin

Malbatên Êzidî dixwazin li gunde xwe vegerin

Li Gundê Kelhokê yê navçeya Qubînê ya Êlihê welatiyên êzidî ku gundê xwe emanetî exîna hêsî AKP'ê kiribûn, li gel ku dixwazin dîsa vegerin gundê xwe jî rastî astengiyan tên.

A+A-

ÊLIH Gelek malbatên êzîdî ku di sala 1992'an de bi temamî ji gundê Kelhok a girêdayê navçeya Qubînê koçberê Almanyayê hatin kirin, gundê xwe yên "emanetê" eşîrekî nêzî AKP kiribûn ji ber careke din gundê wan nadin wan li 2’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya Êlihê doz vekiribûn. Piştî 5 daneşîna heyeta dadgehê, biryar dabû ku erdên tapûkirî yên êzîdiyan bidin hemwelatiyên êzîdî. Lê li gel heyeta dadgehê ku xwestibû erdên êzîdiyan li wan bê zivirindin jî, hate hînbûn ku pismamên serok şaredarê AKP’yî yê Qubînê Saît Karabulut erdan ji bo çandina genim, ceh û nîskan bi traktoran cot dikin. Welatiyên gundê Kelhokê yê êzdî, li hember bê destûr cotkirina erdên xwe nerazîbûn nîşanda û diyar kirin ku li gel ku di doza erdên xwe de bi serketine jî hêj erdên wan tên cotkirin. Êzidiyan anîn ziman ku li erdê xwe qezenç kirine jî ev cotkirin nayê qebulkirin. Malbat ji o dîsa vegerin gundê xwe û di nava xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin cara 8'emîn hatin Êlihê û xwestin pirsgirêkê bi riya diyalogê çareser bikin.

 Eşîra Şaredarê AKP'î yê Qubînê Sait Karabulut ma û milkê malbatên Êzidiyan desteser kiribûn û heyeta dadgehê biryar dabû ku Eşîra Karabulutan dîsa ax û malên êzîdiyan bi paşve bide wan. Ji ber ku êzîdîyan li gel biryara dadgehê mafê xwe bi dest nexistibûn serî li Qeymeqamiya Qubînê dabûn û eşîr ji gundê Êzidiyan derneketin. Malbatên êzîdî cara 8'emin ji Ewropayê hatin Qubîne û xwestin li gundê xwe vegerin. Welatiyên Êzîdî ku li Otela Gapelê bi cih bûn, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dê heta dawî di vegera gundê xwe de israr bikin. 

Welatiyê bi navê Salih Baran û Turan Kezer jî xwest hemû astengî li pêş wan rabe û li gundê xwe vegerin. 

êzîdî-2.jpg

Bu haber toplam 582 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.