Malbatên xwindar li hev hatin

Malbatên xwindar li hev hatin
Li Perwariya nevçeya Sêrtê malbatên xwindar li hev hatin.

SÎÎRT  - Li Perwariya nevçeya Sêrtê malbatên xwindar li hev hatin. Ji vir 2 sal berê li Yapraktepeya gundê Pewariyê şer derket û di şer de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû. Piştî vî şerî di navbera malbatên Kizmaz û Ozay de dewaya xwînê dest pê kir. Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak navçîtî kir û her du malbat li hev hatin.

Sadak beşdarî merasima lihevhatinê bû û li vir axivî û diyar kir ku di van rojên ku çete êrîşî kurdan dikin de divê ji rojên din zêdetir di nav wan de yekîtî û biratî çêbe.Sadak wiha got: "Ji vir 2 sal berê li gundê Yapraktepeyê di navbera du malbatên me de dijminatî derket. Lê îro malbatên me li hev tên ev jî gelê me zehf kêfxweş dike. Daxwaza me ew e ku ev aştî li hemû dinyayê belav be û êdî şer dernekevin."Piştî axaftinê malbatên Kizmaz û Ozay li hev hatin.(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.