1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Malgiştîkirina SUR ê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Malgiştîkirina SUR ê

A+A-

 

Çend roj in di medyayê de mijara destdanîna ser mal û milkên hêla SUR ê niqaş dibe. Dewlet, malgiştîkirina SUR ê dihêne rojevê. Berfirehiya planê, ji ber çi, çi dever û dê çawa bibe, pirsên bingeha niqaşê ye. Aliyên erênî zêde balê nakşîne. Şika ji dewletê û tadeya li herêmê têr dike ku dengê protestoyan zêde bibe. Ji niha ve, kampanyên îmzeyan xurt û dengên li dijî helwêsta dewletê, bilind dibin.

SUR, bi cî û nirxên ji mîmariya herêmê, pirçandî, pir zimanî û pir baweriyên xwe ên kevnare, muzexaneyek zindî ye. Zindîbûna xwe, ji berdewama jiyana çandî û balkêşiya xweza xwe distîne. Lewra Diyarbekira kevnare, bi van taybetiyên xwe, bala Cîhanê kişand û havîna 2015 an, di civîna Organîzasyona, Netewên Yekbûyî, ji bo Perwerde, Zaniyarî û Çandê- UNESCOyê de hate rojeva wan. Di lîsteya UNESCO yê de, bi beden û bexçê xwe, weke Mîrasa Însanetiyê (Cîhanê) binavkirin û kete bin parastinê.

Ev biryara ”Komîteya Mîrasa Cîhanê” ku li Bonnê girtibû, giring e. Ji hêla hiqûqî bêhtir, aliyê wê î çandî, însanî û exlaqî giring tê dîtin. Dewletê mecbûr dike ku ji bo parastinê, tedbîran bigre. Li ser kar û xebatê raporên peryodîk bide Unescoyê. Ji bo parastina nirxên çandî, hevkariyê bike û alîkariya aborî ji Unescoyê bistîne.

Aliyê erênî ew e ku, cîh û bajarên ketine lîsteya Unescoyê, bala Cîhanê piralî dikşînin. Diêxin lîsteya şîrketên turîzma çandî. Ji gelek deverên Cîhanê turîstan rê dikin. Dewlemendî û pêwendiya piralî bi xwe re dihêne. Di vê çarçovê de, ger armanc parastina cîh û avahiyên giring be, turîzmê xurt bike û parastina nirxên çandî ji xwe re bike program û bi hevkariya şaredariya Amed û Sur ê bibe, divê aliyên erênî jî niqaş bibe.

Dema hikumet, bi hinceta nebûna ewlekariyê û xeterên li ser deverên çandî, SUR ê biêxe bin kontrola xwe û di çarçoveya berjewendiyên xwe, şiklê fermî bidê, şaş e. Ger hinek cihan turîzmê re veke û lê jiyana civakî qels, çûn û hatinê bi sînor bike, ne rast e. Gava nirxên çandî û dîrokî li herêmê, bi turkbûnê bişo, biryar, ne însanî ye. Divê rawest e.

Pêkanîna projeyek wiha, ne hêsan e. Ji hêla aborî ve kirîn, restore kirin û avakirina wê, sermayek mezin dixwaze. Valakirina herêmê ji xelkê, kirîna mal û milkê wan bi zorê, ne hiqûqî ye. Lewra nikare sempatiyê ji Unescoyê bigre, alîkariya aborî bistîne. Mecalên aborî ên Turkiyê ji bo projeyek wiha, pirsek balkêş û cihê niqaşê ye.

Bêhtir, bîna siyaseta klasîk ji mijara valakirina SUR ê tê. Hikumet, mîna hercar, dikare destpêkê de çend cihên stratejîk bikire. Paşê, gelek deveran bixe ber kirîne. Lê bi salan pirsê çaraser neke û wê daleqandî bihêle. Kurda, bi kampanya û dengên li dijî malgiştîkirina SUR ê, mijûl bike. Enerjiya kurda heder bike û berê wê bide cihek din.

Kurd di xwestina mafê xwe î netewî de, xwedî heq in. Doza wan pîroz e. Lê valakirina cî û bajaran, ku li Cizîr, Nisêbîn û Surê dibe, şaş e. Ji kîjan holê were bila bê, tadeya sivîlan, destdanîn û xirapkirina mal û milkên wan, tadeya madî û rûhî, polîtîka bi tehdît, brîndarkirin û kûştina wan, xeter e û ne rast e. Çewtiya siyaseta xelet û hişk, carna serkevtinê bi dest bixe jî, di eslê xwe de ne emirdirêj e, bi nefret û kîn ê barkirî ye. Muxalafetê bihêz, dengên nerazîbûnê zêdetir, nakokiyên navxweyî girstir dike û piştgiriya herdu aliyên şer, bi sînor dike.

Siyaseta valakirina cîh û bajarên kurda, pirsa Doza Kurd li bakurê welêt çaraser nekirî ye û nikare bike. Pêwîst e Hikumeta Turkiyê û Kurd, siyaseta hişkiyê bi cîh bihêlin, di çavderiya pisporên aştiyê de, pirsgirêkê cidî bigrin û bi diyalogê çareser bikin.

 

 

 

 

 

Bu yazı toplam 842 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.