• Diyarbakır4 °C
  • Batman-1 °C
  • Mardin6 °C
  • Bingöl-4 °C
  • Bitlis-4 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan-8 °C
  • Şanlıurfa9 °C
  • Erzurum-15 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep6 °C
  • Hakkari0 °C
  • Muş-5 °C
  • Siirt0 °C
  • Van-4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Malikî: Pêwîst e îşev pirsa petrolê bê çareserkirin
26 Aralık 2013 Perşembe 13:21

Malikî: Pêwîst e îşev pirsa petrolê bê çareserkirin

Şanda Herêma Kurdstanê ji her yek ji cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û çend rêveberek ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê pêk hatiye.

Şanda Herêma Kurdistanê  bi serokatiya Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî duh gihîşt Bexdayê ji bo gotûbêjkirina çend pirsên cihê nakokiyê yên di navbera her du aliyan de mîna pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê û pişka Herêmê di budceya Iraqê ya 2014an de.

BEXDA - (Navenda Nûçeyan) - Şanda Herêma Kurdstanê ji her yek ji cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û çend rêveberek ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê pêk hatiye. Di destpêkê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed û 2 endamên din ên şanda Kurdistanê ligel Wezareta Darayî ya Iraqê civiyan. Di civînê de Îmad Ehmed daxwaziyên Herêma Kurdistanê derbarê pişka wê di budceya sala 2014an a Iraqê de radestî Wezareta Darayî ya Iraqê kir.
Malîkî û Barzanî 3 xal gotûbêj kirin
Piştre civîna navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dest pê kir. Li gorî zaniyariyan karnameya civîna Barzanî û Malikî ji sê xalan pêk hatibû ew jî şandina petrol Herêma Kurdistan bo Tirkiyê, pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê ya sala 2014an de û pirsa ewlekarî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê bi taybet Kerkûkê.
Li gorî ku di medyayê de hatiye belavkirin Nûrî Malikî li ser vê civînê ragihand ku şanda Herêma Kurdistanê gelek cidî ye û pêwîst e îşev li ser pirsa petrolê bê lihevkirin ji ber ku pirsa petrolê girêdayî pirsa budceyê ye.
 Barzanî: Petrol ya hemû Iraqiyan e
Nêçîrvan Barzanî piştî bidawîhatina civîna ligel Nûrî Malikî, bi cil û bergên reş ligel şanda Herêma Kurdistanê bi helkefta çileya kuştina Îmam Husên serdana Serokê Civata Bilind a Şoreşa Îslamî Emar el-Hekîm kiri, ji bo derbirîna hevxemiya Herêma Kurdistanê ji tayîfa Şîe re. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar ligel Emar el-Hekîm li dar xist û tê de amaje kir ku Herêma Kurdistanê pêbendê destûra Iraqê bi hemû xalan e. Barzanî derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê de jî ragihand ku petrola Iraqê ya hemû Iraqiyan e û Herêma Kurdistanê ligel wê yekê ye ku pirsa petrolê zelal be û hevahengiyek di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe.Herwiha Barzanî da zanîn ku bo cara yekê dê Herêma Kurdistanê beşdarê bidestxistina dahata Iraqê bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di konferansa rojnamegeriyê de herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê nabe kelem li pêş pesendkirina budceya sala 2014an a Iraqê.
Sê mercên Bexda ji Hewlêrê re hene
Xula duyem a gotûbêjan di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê piştî serdana Barzanî bo Emar el-Hekîm hat û di civînê de cîgirê Malikî bo Karûbarên Enerjiyê Hisên Şehristanî jî amade ye û heta niha ew civîn berdewam e. Ji aliyê xwe ve duh Wezîrê Petrolê yê Iraqê Emmar Lueybî ragihandibû ku sê mercên Bexdayê hene eger Herêma Kurdistanê pêbendê wan bibe dê pişka wê ji budceya giştî ya Iraqê wek xwe bimîne. Emmar Lueybî derbarê wan mercan de wiha axivî: “Pêwîst e Hewlêr, Bexdayê li ser hemû hûriyê şandina petrolê haydar bike, hatin û xerckirina dahatên petrolê di bin çavdêriya Bexdayê de bin û pêwîst e Herêma Kurdistanê hemû rêkeftinên ku îmze kirin ji Bexdayê re bi zelalî eşkere bike.” Tê hêvîkirin ku di vê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de hemû nakokî bên çareserkirin, lê heta niha civîn berdewam in û encamên wê bi giştî nehatine belavkirin.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim