1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan tevlî YPG'ê bû
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan tevlî YPG'ê bû

Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan tevlî YPG'ê bû

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (MFS) di salvebera damezirandina meclîsê de, bi awayekî fermî tevlîbûna xwe ya nava YPG'ê îlan kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan 

ROJAVA– Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MFS) bi munasebata salvegera damezirandina meclîsê, daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclîsa Leşkerî ya Sûryaniyan salek berê û bi armanca parastina Sûriyaniyên li Sûriyê hatiye damezirandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rewşa Sûriyê piştî El-Qaîde ket nava Sûriyê, ziyan gihiştiye heta dar û kevirên herêmê, lewre gelek kesan jiyana xwe jidest daye û bi sed hezaran jî koçber bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demek kurt û derfetên kêm de Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan karîbû tabûrên xwe bi rêxistin bike û ciwanên xwe di aliyê siyasî, leşkerî û rêxistinî de, bi awayekî pispor perwerde bike.

Di berdewama daxuyaniya de hate destnîşankirin ku êrîşên komên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra yên li dijî herêmên ku azad bibûn, hemû pêkhateyên herêmê yên suryanî, kurd, ereb û herwekî din tehdîd dikirin û van koman tu carî şerê rêjîmê nekiriye. Di daxuyaniyê de êrîşên DAIŞ'ê û El-Nusr wekî êrîşên li dijî ramana azad, pêşketina demokratîk, derbkirina yekîtiya netewan û jiyanan hevbeş pêk hatine, hatin binavkirin û hate gotin ku tu têkiliya van koman bi Îslamê re tune ye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komên behsa mijarê gelek caran dêr kirine hedefa êrîşên xwe, kesayet û sembolên xiristiyanan revandine û bûne sedema tevlihevî di herêmê de belav kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser esasê parastinê MFS'ê biryar girtiye ku herêmê biparêze û li dijî êrîşên ji derve derkevin. Lê pêwîste li ser esasê parastinê ew hêzên xwe bikin yek, ji ber vê yekê MFS’ê biryarek girtiye ku tevlî nava hêzên YPG'ê bibe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê MFS nûnertiya suryaniyan a di nava YPG'ê de bike û ev tişt hatin gotin: ''Hêzên MFS'ê di şerên li dijî komên çekdar de cihê xwe girtin û bi qehremanî ji bo azadiyê şer kirin, herî dawiyê me cihê xwe di opersyona paqijkirina herêma Til Hemîs de girt û me şerê çeteyan kir.''

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku MFS ji bo azadî û hebûnê, li ser nirxên mirovî ku li ser hatiye avakirin dê bi erka xwe ya pîroz rabe û dê li kêleka birayên xwe yên 

Bu haber toplam 504 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.