1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê xwest biçe Îmrali
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê xwest biçe Îmrali

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê xwest biçe Îmrali

Endamên Meclîsa Tenduristiyê KCD’ê li ser esasê biryarên di kongreyê de hatine girtin vebêje rojên borî çûbûn Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) û piştî civînê vegeriyan.

A+A-

Berdevka Demê ya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk Salîha Aydenîz, diyar kir ku der barê herêmê, 4 parçeyên Kurdistanê de biryarên girîng wergirtine. Aydenîz  got di vê çarçoveyê de ji bo çûna Îmraliyê serîlêdan kirine.

AMED– Endamên Meclîsa Tenduristiyê KCD’ê li ser esasê biryarên di kongreyê de hatine girtin vebêje rojên borî çûbûn Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) û piştî civînê vegeriyan. Berdevka Demê ya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk Salîha Aydenîz, têkildarî xebatên xwe got ku ji bo herêmê û 4 parçeyên “Kurdistanê” biryarên girîng wergirtine . 
'Derman nagihêjin Rojava'
Aydenîz da xuyakirin ku wek pêkhateyên Meclîsa Tenduristiyê der barê qada tenduristiyê de li ser 7 xalan biryarên girîng wergirtine û yek ji wan jî Rojava ye. Aydenîz got ku wek pêdiviyên bingehîn alîkariyên mîna derman û hwd. nagihêjin Rojava û axaftina xwe wiha domand, “Bi taybet ji ber aşiyên me nagihêjin Rojava nexweşiyên şobê zêde bûne. Di pêvajoya pêşiya me de ji bo Rojava em ê bi saziyên civakî yên sivîl re bên cem hev û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê xebatan bi rê ve bibin.” 
'Em dixwazin heyetek ji me bişînin Îmrali'
Aydenîz anî ziman ku wek meclîs rewşa tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine rojevê û di vê çarçoveyê de hem ji Wezareta Edaletê û hem jî ji Wezareta Tenduristiyê re nivîs şandine. Aydenîz di vê mijarê de wiha got, "Em dixwazin heyetek ji me biçe Îmrali. 14 sal in ku di cihekî bi rutubet de maye û ji ber temen mezin dibe, em wer difikirin ku hin pirsgirêkên tenduristiyê dijî.” 
Li Mexmûrê nexweşxane tê çêkirin
Aydenîz der heqê rewşa gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) jî got ku welatiyên li wargehê biryar girtine ku bi xwe nexweşxaneyê çêbikin û ev xusûs anî ziman: "Têkildarî vê mijarê wê hem maddî hem jî manewî piştgiriya me çêbibe.” 
Wê bi xwendekarên tenduristiyê re konferansek bê lidarxistin
Aydenîz destnîşan kir ku biryar girtine di nav salekê de bi komîsyonên xwendekaran re yan “Konferansa Neteweyî ya Tenduristiyê” yan jî “Konferansa Meclîsa Tenduristiyê ya Neteweyî ya Kurdistan” pêk bînin. Aydenîz der heqê vê mijarê de jî wiha axivî: "Der barê mijarê de xebat hatine destpêkirin. Têkildarî xwendekarên her parçeyî koordînasyonek ava bû. Di pêvajoyên pêşiya me de wê ev koordînasyon civîna xwe ya yekemîn di mehên Îlon û Cotmehê de pêk bîne.” 

Xebata Tenduristiya jin
Aydenîz di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wek meclîs xebatên berfireh ên ji bo jinan jî dane pêşiya xwe.  

Bu haber toplam 655 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.