Mehane ya DAIŞê; 80 MILYON DOLAR!

Mehane ya DAIŞê; 80 MILYON DOLAR!
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, dahata rêxistina DAIŞê di her mehekê de 80 milyon dolar e. Herwiha tenê bi rêya firotina petrolê mehane 40 milyon dolarî bi dest dixe.

Navenda Nûçeyan – Navenda HIS a Amerîkayê derbarê dahatên darayî yên DAIŞê de lêkolînek kiriye û encamên wê lêkolînê aşkere kiriye. Li gor encamên lêkolînê, dahata DAIŞê di her mehekê de 80 milyon dolar e.

 

Navenda HIS a amerîkî dibêje: “Tevî êrişên emsanî yên Rûsya bo ser saziyên petrolê yên DAIŞê, lê belê heya niha %43ê dahata DAIŞê ji petrolê bi dest tê û %50ê dahata wê jî ji wergirtina zerîbeyê li rûniştvanên bin kontrola DAIŞê bi dest tê.”

 

Ludvico Carlino ji navenda HIS ragihand: “DAIŞê zerîbeke zêde xistiye ser rûniştvanên bin desthilatê xwe. DAIŞ zerîbeyê dixe ser erd, kehreba, internet û çavkaniyên avê.”

 

Carlino destnîşan kir: “Êrişên esmanî bi pileya yekem sazî û bîrên petrolê dikin armanc û dibe bi wan êrişan DAIŞ zirarê bibîne, lê belê DAIŞê çend çavkaniyên din ên dahatê hene ku her wek xwe dimînin.”

 

Jibilî wan çavkaniyên darayî, navenda HIS ew yek jî aşkere kiriye, ku sermayedarên welatên Kendavê alîkariyên darayî didin çekdarên DAIŞê û beşek ji dahatê wê rêxisitnê ji wê yekê tê.

 

Herwiha DAIŞ li hember serbestberdana dîlên di destê xwe de pereyan werdigre.

 

Saziyeke Almanya jî derbarê dahata DAIŞê de rapor da

 

Weqfa Siyaset û Zanistê ya Almanya, di raporteke xwe de behsa çavkaniyên darayî yên rêxistina DAIŞê kir.

 

Weqfa almanî di di raporta xwe de ragihand, ku DAIŞ tenê ji petrolê her meh 40 milyon dolarên amerîkî qezenc dike.

 

Li gor raportê, tevî ku gellek çavkaniyên darayî yên DAIŞê hatine hişkkirin û jinavbirin, lê belê heta niha dahateke mezin a DAIŞê ji firotina petrolê heye.(rudaw)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.