1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Mentik: Peymana PDK û YNK'ê di rastiya xwe de navbera Tirkiye û Îranê de ye
Mentik: Peymana PDK û YNK'ê di rastiya xwe de navbera Tirkiye û Îranê de ye

Mentik: Peymana PDK û YNK'ê di rastiya xwe de navbera Tirkiye û Îranê de ye

Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kamûran Mentik diyar ku li Herêma Kurdistanê rêz li demokrasiyê nayê girtin. Derbarê peymana stratejîk ya navbera PDK û YNK de jî Mentik da zanîn ku di rastiya xwe de ev peyman di navbera Tirkiye û Îranê de ye.

A+A-

HEWLÊR - Mamostayê Beşa Zagon û Ramyarî yê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kamûran Mentik ji DÎHA'yê re axivî. Mentik diyar kir ku hikûmeta piştî hilbijartinê tê avakirin nûnertiya vîna gel dike û wiha got: "Her hikûmetek piştî hilbijartinê bi rêya parlamentoyê tê pêkanîn, tê wateya vîna gel. Xelk bi rêya dengdanê vîna xwe dide parlamentoyê, parlamento jî wê vînê dixe partîkê û hikûmetek tê pêkanîn. Dema hilbijartinek din tê kirin û vîna gel tê guhertin, hevsengiya hêzê tê guhertin û hikûmeta nûnertiya berê dike, êdî bê rewa dibe. Lê ji bo karûbarên welatiyan bimeşîne, demekê dibe hikûmeta derbaskirinê. Hikûmetek ango karên rojane yên welatiyan bêne cih."


Peymana stratejîk navbera Îran û Tirkiyê de ye
Mamostayê Zanîngeha Selahedîn li ser daxuyaniyên peymana stratejîk a navbera PDK û YNK'ê de dibe sedemê avanekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wiha dîtinên xwe anî ziman: "Ez dixwazim mijarekê eşkere bikim û di çapemeniya me de bi şaşî behsa wê tê kirin. Ew jî Peymana Stratejîk a navbera PDK û YNK'ê de ye. Di rastiya xwe de ev peyman di navbera Îran û Tirkiyê de bûye. Herdu aliyan li ser hinek xalan lihevkirin, ji bo herêma tampon a navbera wan de bi awayekî aştiyane biparêzin. Niha Herêma Kurdistanê navçeyekî tampon a navbera Îran û Tirkiyê de ye. Wan ev peymana stratejîk çêkirin, ji bo ev herêma tampon aramiyekî siyasî lê hebe û ev herêm ber bi şerekî metirsîdar ve neçe."

Tirkiyê dixwaze PDK di hikûmeta nû de xwedî rolekî zêdetir be

Mamosta Mentik, da zanîn ku Îran dixwaze peymana stratejîk berdewam bike û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Xalên ku peymana stratejîk li ser hatine îmzekirin û peywendî bi navxweya Kurdistanê ve heye, bi dîtina min nemaye. Ligel vê yekê jî ya peywendî bi hêzên herêmî ve heye, her wekî xwe maye. Me dît ku dema vê dawiya heyeta Herêma Kurdistanê serdana Îranê kir, Îran bi awayekî rasterast behsa wê yekê dike ku divê di pêkanîna hikûmeta niha de rêz li peymana stratejîk were girtin. Lê diyare ji ber ku hevsengî hatiye guhertin, niha Tirkiyê di wê baweriyê de ye çawa di hikûmeta borî de PDK hevpeymaniyekî wê ye û di rastiya xwe de paşgoya Tirkiyê ye, divê di nava hikûmetê de xwedî rolekî zêdetir be. Ji bo bikare meseley petrol û meseleyên din ên giring yên peywendî ligel Tirkiyê hene, bikare mîsoger bike û biparêze. 
Kesek hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike, divê razîbûna Îran û Tirkiyê li ser hebe
 

Mamostayê Beşa Yasa û Ramyarî yê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kamûran Mentik diyar kir ku li Herêma Kurdistanê rêz li destûrê nayê girtin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Ev rewş li Iraqê bi giştî heye. Me dît li Iraqê 8 mehan nekarîn hikûmetê pêk bînin. Lê ne hilbijartin hat kirin û ne jî kesekî din hat destnîşankirin. Ji ber kesê ji bo pêkanîna hikûmetê were erkdar kirin, divê rêkeftinekî herêmî li ser be. Kesê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike, divê Îran û Tirkiye li ser razîbin. Lewra bi dîtina min avanekirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê ne siyasî û yasayiye, ji ber heta niha me derfet nedaye sazî û dezgehên me yên yasayî pêşde herin. Ligel me yasa tenê dekorek e." (DÎHA)

 

Bu haber toplam 550 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.