1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Metbexa Grêka kevnare û a nûjen
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Metbexa Grêka kevnare û a nûjen

A+A-

Metbexa Grêka kevnare û a nûjen

Gabar ÇIYAN

Dîroka metbexa grekî dirêjî berî zayînê dibe. Sefer, bindestkirina herêmên biyanî ji aliyê grekiya 300 sal berî çêbûna Mesîh bûye. Têkiliyên çandî bi kurd, ereb û farisan re wê demê despêkirî ye. Bahoza Helenî weke destpêka tesîra çand û zimanê grekî li xelkên Îranî tê şirove kirin. Bi Bizansiyan re, têkiliyên xurt bi metbexên derûdora Derya Spî re hatin pê. Metbexa grekî, di dema Osmaniyan de, bi danûstandina turka û çandên li dora Girava Egeyê re, reng û tamên cewaz li xwe zêde kir.

Celebên xwarinê, bi heşinahî, fêkî, baharat, zeyt, goşt û masiyê teze pir bi sihet tê dîtin. Her çiqasî li Grêkê goştê berêz û dewaran bê xwarin jî, masî û goştê berxa bêhtir diçe. Amadekirin û çêkirina xwarina di metbexên kevnare de mîna duhî îro jî populer e. Bi taybetî di rojên taybet, vexwendina dost û nasan de. Birajtina goştê berxa (ne perçekirî) cureyek ji çanda welêt e. Goşt, di nav zeyt, sîr û bîbera reş de tê terbiyekirin. Agir tê dadan. Goştê yekperçe di şîşikê de, li ser pizotên agir dizîvire, sor dibe û tê birajtin. Di ber birajitinê de, ji bo ku goşt ziwa nebe, şoravê li avterbiyê zêde dikin. Baqek meydenoza şîn wek firçe bikar dihênin, goşt bi avterbiyê tê tamdan.

Di çêkirina tirşik û xwarinên avî de, avdonka xwarinê, anku sosa wê ji avgoşt, avheşînayî, avatomat û şîr çêdibe. Şolavbûna avdonkê bi hûrkirina heşinayî an tevlîkirina êrdonê qalind dibe. Di ber xwarinên avî û goşt re, nanê teze, brinc û kartol tê serwîs kirin.

Xwarinên naskirî, Moussaka (taweya goştê hûrkirî, bacanê reş, tomat û şîravgoşt di firnê de), Souvlakia (goştê di şişîkan de birajtî), Kotopoulo me pistachio (mirîşka bi fistek, mewîj û birincê heşandî/ dagirtî), Psarî yihani me lahano (tirşika goştê masî û heşînayî yê).

Û şaraba Grekî divê bê nasîn. Toreya afirandina şarabê vext dixwaze. Avtiriyê taybetî; rengsor, gulpembeyî û zer tê parzinandin. Bi naz e şarap, ji bo xweşiyê par veke, sebir û pêdaketinê dixwaze. Sal wê pîr nake, berevajî, ciwantir û tama wê xweştir dike. Ji bo kamil bibe, bi kemilandin û ciwaniya xwe, xweşiyê bide mêjî û dilê mirov û mest bike, meyxoşiya taleşêrîn bide ser lêvan, şaraba nûciwan di cêr, den an bitilên ser/ devpêçayî, li qeboyên kur û reş de dikeve xewa giran a bi salan...

 

 

 

Bu yazı toplam 489 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.