1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Metbexa îtaliya û Makerûn
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Metbexa îtaliya û Makerûn

A+A-

"Makarna", "makerûn" anjî "maqarna". "Ji metbexa kevnare ya Italyayê peyde bûye", dibêjin. Li gelek welatan "pasta" ye navê wê. Hevîrê makerûnê ji genimê durum e. Av, rûn û hêka lê êrd zêde dikin û hevîr piştî saetekê di sarincokê de dimîne, amade dibe. Hevîr, bi alîkariya qalib û formên cewaz şikil distîne. Makarna, gelek caran tê hişk kirin. Lê beşek jî teze diçe bazarê. Cureyên nasdar ev in:

Rişte (fettucini), dirêjok, têlik (spaghetti), lihev badayî (fusilli), şehriye/şihriye (rissoni), nîvtilîk (penne), gûhik (orecchietti).

Makerûn di nava kurda de weke "xwarina hejaran" tê nasîn. Heta cihekî dîtînek rast e. Erzan e. Çêkirina wê wext nagire. Mirov pê têr dibe. Xweş e. Lê dîtina duhî û zaniyariya îro a nanpêjiyê, fikrên li ser makarnayê daye guhertin:

Hezimkirina wê hêsan e. Heşinayî û goştê di nav de sûdên mezin didin laşê mirovî. Çêkirina maqarna bi kalîte û tam, hostebûnê dixwaze û gelek texlîtên goşt, dewlemendiya ji çem û deryayê, hêşinayî û fêkî tevlî dibe, lewma buha ye. Îro li aşxaneyên nasdar buhayê xwarina maqarna ne erzan e.

Makarûn, li Italyayê, di aşxaneyan, li ser ocaxên gazê û di hundirê meqilkên nîvkur bi destê nanpêjên hoste amade dibe. Bi dû cûreyan tê ser sifrê:

Cemidî an germ.

Makerûna cemidî:  "Salata Makarûnê" jê re dibêjin. Bêhtir havîna tê xwarin. Bi dehan şiklên wê hene. Piştî kelandina maqarna, ava cemidî lê dikin û di safokê de ji avê tê safîkirin.
Serwîsa wê: Makarûna amade di binê sîniyê de tê bi cî kirin. Hêşinayî û goştê hûrkirî li ser maqarnayê belav dikin. Sosek li gorî wê tê hilbijartin.

Ji bo salatayên maqarna, sosên cemidî tên bikaranîn. Bingeha sosê, mayones an mast e. Sos, bi tamdayîna beharat, lemon û zeytê şiklê dawî distîne. Paşê bi qasî sê kevçiyên xwarinê bi ser salatê dadikin. Bi nanê germ re tê xwarin.

Makarûna germ: Makarna tê kelandin. Paşê goşt û heşinahiyên hene tên sorkirin. Heşinayî, goştê amade û makarna tevlî sosa germ dibe. Bi qasî du-pênc deqîqe di bin agirê kêm de tamê didine hev.

Sosên wê germ in. Du cureyên sosên wê hene.  Sosa spî û a sor. Ya sipî, bingeha xwe şîr û avgoşt e. Ya sor, ji tomatên teze û tamdayîna avgoştê pêk tê.

Şîr û avgoşt bi hev re tên germkirin, li ber kelê, sosê, bi "ardrûn"ê tîr dikin. Ji bo sosa sor tîr bûn pêwîst nake. Bacanên sor ji qalikan dikin, piştî kelekî diherijin, hur dibin û tomatên herijî sosê tîr dike.

Tebîniya yekem: Tamdayîna makarna germ an salatê, li gorî resepta (reçete) wê dibe. Anku celebên tamdayînê pir in û her şêwe, tamek guhertî dide makarûnê. Tamdar ev in: Goştê spî û yê sor, fêkiyên deryayê (masî, goştê kevjêl ûhwd), heşinayî (îsot, kûmik ûhwd), fêkî (muz, ananas ûhwd) û baharatên cewaz.

Tebîniya duwem: Divê makarna zêde nekele û bi qasî diranekî xav bimîne. Anku ji % 95 bikele da ku dema tevlî sosa germ dibe, nebe hevîr û zêde nerm nebe.

Noşîcan be...

 

Bu yazı toplam 565 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.