1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Metbexa Meksîko
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Metbexa Meksîko

A+A-

Di van salên dawiyê de li tevayê cîhanê pir deng da, metbexa Meksîko. Bi sos û seletên xwe "GUACAMOLE" û "SALSA", nanê garisî ê sêlê "TORTÎLLAS", îsotên cewaz û kesidandî "CHÎLÎ" û "JALAPÊNO", şamborekên xwe "EMPANADAS" û xwarinên di nav nanê sêlê pêçayî "TACOS" û "BURÎTOS" êdî li gelek welatan, li xwaringehên nasdar tên ser sifrê.

Çanda kevnare "MAYA" û paşê "AZTEK"an rengê bingehîn dane metbexa Meksîkoyê. Anku dîroka nanpêjiyê dirêjî salên berî zayîna Mesîh bi 1000 salî dibe. Di sedsala 15 an de, bi hatina ispaniyan re ketiye bin bandora çanda "TAPAS"ê. Bi şêweyekî din ku mirov bêje, nanpêjiya Meksîkoyê têra xwe kevnare ye. Bingeha xwe ji çanda kevnare ya nasdar Maya digre. Di dema Aztekan û bi hatina hêzên dagirker ji Ewropayê tama xwe a herî xweş distîne. Metbexa Meksîko mîna çandên din, bi bahoza giloverî li cîhanê, bandorê li çandan dike û dikeve bin tesîra wan.

Bingeha metbexa meksîkî
Nan, bêhtir ji ardê garis çêdibe. Di demên dawiyê de, ji bo tam û form dayînê ardê genim tevlî ê garis dikin. Ji ber hejmarek xwarin di nav nan de tên pêçan, nanê sêlê, Tortîllas populer e. Taybetiya xwarinên meksîkî bi tevlîkirina "chili" (şîlî, çîlî) anku îsotên meksîkî diyar dibe. Îsotên pirtûj, şêrîntûj, kêmtûj û şêrîn hene. Chili, teze, hişk kirî, hurkirî û kesidandî jî tê bikaranîn. Cureyên fasoliyên hişkirî, darçîn, gizbara, pîvaz, sîr, hêk, tomate û kîmyona teybetî "cuminum cyminum", avokado û dendikên kûndira ji mutfeqê kêm nabin. Goştê dewêr, ên mirîşk, elok û masiyan pir tên xwarin.

Ji metbexa meksîkî çend nimune
"Burritos"; goştê sor terîş-terîşî (dirêj bi qasî 4-5 cm) tê hurkirin. Piştî kela di nav ava xwe de û sorkirinê, di nav tortîllas de tê pêçan û bi salsa tomatan re tê serwîs kirin.

Gaucamole; bingeha xwe avokado ne. Avokado tên qeşartin, di gel pîvazê şîn, sîr, bacanê sor û gizbara şîn di makînê de tên hurhurî kirin (pure). Paşê bi tujayî û avlemonê tê tam dayîn. Guacamole sosek qalind e, datînin ser nên di şûna seletê, di ber xwarinê de tê ser sifrê. Li ber eraqê dibe meze.

Fajitas; bingeha xwe ji sînga mirîşk an elokê ye. Sîng, terîş-terîşî hur dibe û tê sorkirin. Îsotên biraştî tên qeşartin û hurkirin. Paşê di gel kûmik, pîvaz û sîrê tê sorkirin. Sînga sorkirî tevlî dibe. Tama tirşiyê ji kaşilê lemonan distîne û gizbara şîn tevlî dibe. Xwarina amade di tortîlla de tê pêçan, bi mast û salsa tomatan re tê xwarin.

Masiyê Yucata; di nav sosa terbiyê de 15 deqîqe dimîne. Terbiye ji zeyt, avlemon an avlime û şaraba sipî pêk tê. Bîberek-du tên biraştin û hurkirin. Paşê di gel pîvaz, sîr, kûmik, dendikên kûndiran tê sorkirin. Masî di qaba firnê tê bicî kirin. Heşinahiyê sorkirî li ser masiyan tê belavkirin. Ava terbiyê bi ser masiyan tê dakirin û piçek xwê bi ser tê reşandin. Ser qabê tê girtin û di firna germ (200 pile) de 25-30 deqîqe dimîne. Bi kartol an birinc, di gel pelên xasên lemonkirî tê serwîskirin. 


 

Bu yazı toplam 724 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.